Diyardeya heyvgirtinê îşev li asmanê Kurdistanê tê dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daxuyaniya Komeleya Feleknasiyê ya Kurdistanê, îşev li asmanê Herêma Kurdistanê, Iraq û piraniya welatên Rojhilata Navîn, dê diyardeya girtina heyvê (heyvgirtinê) rû bide. 

Derbarê hûrgiliyên demê de, Serokê Komeleya Feleknasiyê ya Kurdistanê Ejî Çeto ji malpera Kurdistan24 re ragihand, prosesa girtina heyvê dê îşev di saet 18:28ê êvarê de dest pê bike.

Ejî Çeto herwiha da zanîn, lûtkeya diyardeyê, ango girtina tam a heyvê, dê di saet 21:11ê şevê de çêbibe. Tê payîn ku ev diyardeya astronomîk heta nêzîkî nîvê şevê (00:00) berdewam bike û piştre bi temamî bi dawî bibe.

Çawa Girtina Heyvê Çêdibe?

Li gorî zanista astronomiyê, girtina heyvê ew diyarde ye ku tê de gozemîn dikeve navbera roj û heyvê. Di vê rewşê de, siya gozemînê dikeve ser rûyê heyvê û nahêle tîrêja rojê rasterast bigihîje wê, lewma heyv ji bo demekê tarî dibe, yan jî rengekî sor digire.

 
Fly Erbil Advertisment