Li Hewlêrê Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberê dê bi beşdariya nêzîkî 280 kompanyayên navxwe û biyanî ji 16 welatan li Herêma Kurdistanê were lidarxistin.
Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî îro 7ê Îlonê di daxuyaniyekê de ji K24 re ragihand, Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberê, ku weke yek ji mezintirîn pêşangehên Iraqê di vî warî de tê dîtin, dê di navbera rojên 9 û 12ê Îlonê de lidar bikeve.
Li gorî Akreyî, nêzîkî 280 kompanyayên ji nexwe û derve, ji 16 welatên cîhanê beşdarî pêşangehê dibin. Welatên beşdar ev in: Tirkiye, Îran, Omanê, Îmarat, Yewnanîstan, Qeter, Libnan, Almanya, Erebistana Siûdî, Çîn, Îtalya û Spanya.
Pêşangeh dê çar rojan, her roj ji saet 10:00ê sibehê heta 6:00ê êvarê ji bo serdanan vekirî be.
Derfetek ji bo Kompanya û Welatiyan
Berdevkê Desteya Veberhênanê da zanîn, ev pêşangeh zemîneke pir baş ji bo kompanyayên navxweyî û biyanî diafirîne, da ku memorandumên lihevkirinê û peymanên hevbeş îmze bikin. Herwiha, ew derfeteke girîng e jî ji bo welatiyan ku rasterast projeyên niştecîbûnê bibînin û yekeyên ku dixwazin bikirin.
Banga ji bo Karkerên Herêmê: 75% ji Derfetên Kar ji bo Welatiyên Navxwe ne
Bergeşt Akreyî xaleke girîng a siyaseta veberhênanê jî anî ziman û got: "Yek ji mercên sereke yên Desteya Veberhênanê ji bo hemû projeyan ew e ku divê rêjeya 75% ji derfetên kar ji bo welatiyên navxwe yên herêmê bin."
Wî tekez kir jî, ev pêşangeh ji bo kesên ku li kar digerin jî firsendeke mezin e. Akreyî got, "Welatiyên ku li kar digerin, dikarin serdana pêşangehê bikin û CVyên xwe pêşkêşî kompanyayên beşdar bikin, da ku ji bo wan derfetên kar peyda bibin."