Herdî Xidir: Hîn 20 hezar koçber mane ku divê qerebûya xwe werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê li parêzgeha Neynewayê, ku ji sala 2014an ve ji ber êrîşên DAIŞê hatibû girtin, piştî nêzîkî 10 salan ji nû ve hat vekirin û dest bi belavkirina qerebûyan li ser welatiyên koçber kir. Heta niha qerebû li 175 malbatên Kurd ên koçber hatiye belavkirin.
Rêveberê Nivîsgeha Madeya 140 li Parêzgeha Neynewayê Herdî Xidir ji K24ê re ragihand, nivîsgeha wan a ku ji sala 2014an ve girtî bû, di meha Nîsana îsal de bi fermana Encûmena Wezîran a Iraqê careke din hatiye vekirin û dest bi karên xwe kiriye.
Herdî Xidir diyar kir, di nava van du mehan de, wan karîbûye qerebûyê li 175 malbatên koçber ên Kurd belav bikin, ku her malbatekê bihayê 10 milyon dînar wergirtiye.
Derbarê hejmara giştî ya kesên ku li benda qerebûyê ne, Xidir got: "Zêdetirî 50 hezar kesan serlêdana qerebûyê kiribûn. Beriya sala 2014an, nêzîkî 30 hezar kesan pereyên xwe wergirtibûn, lê hêj 20 hezar kes mane ku qerebûyê werbigirin."
Rêveberê Nivîsgeha Neynewayê herwiha sedema derengketina amadekirina dosyeyan jî eşkere kir û got: "Em di amadekirina dosyeyan de hinekî li paş mane, ji ber ku gelek dosye di dema şerê DAIŞê de nemane û şewitîne. Ev yek bûye sedema astengiyan di karê me de."
Herdî Xidir tekez kir, ji ber ku nivîsgeha wan ev 10 sal in girtî bû û welatiyên parêzgehê ji mafên xwe bêpar mabûn, divê di belavkirina qerebûyan de "para şêr" ji bo parêzgeha Neynewayê be.
Di dawiyê de, wî hêviya xwe anî ziman ku heta dawiya salê beşên nû yên qerebûyê bigihîjin destê wan û got: "Em pêşbînî dikin ku heta sersalê beşeke baştir ji bo me were dabînkirin û dibe ku em karibin du beşên din ên qerebûyê belav bikin."