Ayşegul Dogan: Komîsyon bi tenê nikare Pirsa Kurd çareser bike, lê dikare rêyekê veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ragihand, Komîsyona Aştiyê ya Parlamentoyê bi tena serê xwe nikare pirsa Kurd a sed salan çareser bike, lê ew dikare ji bo çareseriyê "rêyekê veke". 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh, 6ê Îlonê, li Enqereyê bi sernavê "Pêdiviyên Yasayî di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de" komxebateke girîng li dar xist. Di komxebata ku gelek parlamenter, akademîsyen û pisporên hiqûqê beşdar bûn de, gavên pêwîst ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Di panela ku di çarçoveya komxebatê de hat lidarxistin de, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û helwesta partiya xwe derbarê Komîsyona Aştiyê ya li parlamentoyê hatiye avakirin de eşkere kir.

"Komîsyon Girîng e, Lê Ne Bes e"

Dogan anî ziman ku ew avakirina komîsyonê weke gaveke girîng dibînin, ji ber ku ew nûneratiya zêdetirî sedî 90ê welatiyên Tirkiyeyê dike. Lêbelê, wê hişyarî da û got: "Divê em nekevin wê baweriyê ku komîsyoneke ji 51 kesan pêk tê, dikare bi serê xwe astengiyên li pêş çareseriya pirsa Kurd rake. Ev komîsyon nikare pirsgirêkên bingehîn çareser bike, lê ew dikare ji bo çareseriyê rêyekê veke."

"Biratiya Lal Nayê Qebûlkirin"

Berdevka DEM Partiyê rexneyên tund li naverok û nêzîkatiya komîsyonê girt û wiha axivî: "Di navê komîsyonê de peyva 'biratî' heye, lê di pratîkê de nahêlin dayik bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Ev tê wê wateyê ku ew 'birayekî lal' dixwazin."

Dogan tekez kir, divê her kes bizanibe ku pirsa Kurd ne pirseke ewlekarî û ne jî pirseke terorê ye, belkû pirsgirêkeke bingehîn a bi sedan salan e.

"Pêwîstî bi Nexşerê û Garantiyên Yasayî Heye"

Ayşegul Dogan herwiha bal kişand ser kêmasiyên komîsyonê û got ku hêj nexşerêyeke wê ya zelal nîne û got: "Derxistina garantiyên yasayî ji bo pêvajoyê pir girîng e."

 
Fly Erbil Advertisment