Li Ciwanroyê kampanyayek ji bo xwendekarên hejar dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ciwanro û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, çalakvanên sivîl û welatiyên xêrxwaz bi rêya kampanyaya "Kolbendiya Mihrebanî" (Çenteyê Dilovaniyê), ji bo dabînkirina pêdiviyên dibistanê yên xwendekarên hejar û sêwî, bûne yek.
Li navenda bajarê Ciwanroyê, li ser kuçe û kolanan, çalakvanên sivîl stant danîne û bi sindoqên alîkariyê piştgiriyê ji welatiyan kom dikin. Xelkê bajêr, ji jin û mêr, pîr û ciwan, her kes li gorî derfeta xwe beşdarî kampanyayê dibe da ku bi hevgirtineke civakî, pêşeroja nifşê nû misoger bikin.
Çalakvanê sivîl Mihemed Ferecî diyar kir, ev pêngava mirovî ne nû ye û îsal dehemîn sala kampanyayê ye. Ferecî got: "Ev dehemîn sal e ku em vê kampanyayê li bajarê Ciwanroyê bi rê ve dibin. Rêveberên 'Kolbendiya Mihrebanî' hêvîdar in ku îsal bikaribin pêdiviyên xwendinê ji bo 1800 zarokên hejar ên vî bajarî dabîn bikin."
Herwiha da zanîn jî, gelek malbat di rewşeke aborî ya dijwar de ne û nikarin çente, pêlav û kelûpelên din ên dibistanê ji bo zarokên xwe bikirin, lewma ev kampanya ji bo wan bûye çirûskeke hêviyê.
Xêrxwaz û welatiyên ku beşdarî kampanyayê dibin, vê karê ne tenê weke alîkariyeke madî, lê weke erkekî neteweyî û mirovî dibînin. Bêhzad Ezîzî, yek ji welatiyên xêrxwaz, amaje bi hevgirtina xelkê kir û got: "Welatî ji hemû çînan di vê kampanyayê de beşdar in. Jin, mêr, pîr û ciwan, her kes li gorî karîna xwe hewl dide ku alîkariyekê pêşkêş bike. Em bawer dikin ku ev alîkarî ji bo avakirina pêşeroja niştimanê me ne."
Kampanyaya "Kolbendiya Mihrebanî" di salên borî de jî karîbû bi serkeftineke mezin alîkariyê bigihîne bi hezaran xwendekaran. Çalakvanê sivîl, Ezîz Saslî, derbarê encamên sala borî de diyar kir: "Li bajarê Ciwanroyê, sala borî me karî 400 milyon Tumenê Îranî alîkarî ji nav welatiyan kom bikin û bi wê birê pêdiviyên xwendekarên hejar bikirin."
Ev kampanya careke din nîşan dide ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bi ruhê hevgirtin û piştevaniya civakî, xwedî li pêşeroja zarokên xwe derdikeve û nahêle ku hejarî bibe asteng li pêşiya ronahiya zanist û perwerdeyê.