"Hikûmeta Kurdistanê bi projeyên stratejîk kar ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê dike"

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya çendîn projeyên stratejîk ên weke dabînkirina elektrîka 24 saetî, avakirina Kembera Kesk û handana ji bo bikaranîna otomobîlên elektrîkî, gavên girîng ji bo parastina jîngehê û rûbirûbûna guherîna keşûhewayê avêtine.
Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Senan Ebdullah îro 7ê Îlonê ji K24 re ragihand, Kabîneya Nehem bi dirûşma "Parastina Jîngehê Erkeke Niştimanî ye" kar kiriye û projeyên berbiçav ji bo baştirkirina kalîteya hewa û jîngeha Kurdistanê cîbicî kirine.
Vemirandina 3,200 Jeneratoran û Bandora wê ya Erênî
Yek ji projeyên herî girîng û stratejîk ku Senean Ebdullah bal kişand ser, "Projeya Ronakî" bû, ku bi rêya wê elektrîka 24 saetî ji bo zêdetirî 4 milyon welatiyan hatiye dabînkirin. Ebdullah got: "Bi saya vê projeyê, 3 hezar û 200 jeneratorên taybet li seranserê Herêma Kurdistanê hatin vemirandin. Vê yekê tenê, keşûhewayê bajaran bi rêjeya nîvî (50%) paqijtir kiriye."
Herwiha amaje bi feydeyên din ên vê pêngavê kir û wiha axivî: "Ji bilî paqijbûna hewayê, dengê bilind ê jeneratoran û gemariya ku ji bermahiyên wan (wek rûn û sotemenî) çêdibû û diherikî nav axê, bi temamî ji holê rabûye. Divê welatî jî rola xwe ya sereke di paqijragirtina jîngehê de bibînin."
Kembera Kesk, Otomobîlên Elektrîkî û Projeyên Din
Ji bo zêdekirina rêjeya keskatiyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi çendîn projeyên girîng kiriye. Berdevkê Desteya Jîngehê diyar kir ku "Kembera Kesk a li derdora bajarê Hewlêrê" yek ji projeyên herî stratejîk e.
Herwiha got: "Ev proje dê rêjeya keskatiyê li bajêr bilind bike, pileya germê heta astekê kêm bike, weşandina gazên ziyanbexş kêm bike û di heman demê de bandoreke erênî ya aborî û civakî jî çêbike."
Di nav projeyên din de, bexşîna ji baca îtxalata otomobîlên dostên jîngehê (elektrîkî), avakirina gol û bendavan ji bo baştirkirina keşûhewayê, û girtina parzûngehên neyasayî yên ku dibûn sedema gemariyeke mezin, cih digirin.
Pabendbûna bi Peymana Parîsê re
Senan Ebdullah tekez kir, ev hewlên Hikûmeta Herêmê nîşana pabendbûna wê ya bi "Peymana Parîsê" re ye, ku armanca wê kêmkirina weşandina gazên ziyanbexş e. Wî got: "Li gorî rênimayên Desteya Jîngehê, hejmareke mezin ji parzûngehên neyasayî hatin girtin. Yên ku mane jî, divê mercên jîngehî bi cih bînin, eger na ew jî dê werin girtin."
Ebdullah di dawiyê de destnîşan kir, tevî ku raporên navneteweyî nîşan didin ku Iraq di bin bandoreke mezin a guherîna keşûhewayê de ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi van projeyan destpêşxerî kiriye û karîbûye kalîteya keşûhewayê li herêmê baştir bike. Herwiha hişyarî da ku eger ev gav nehatibûna avêtin, dê rewşa jîngeh, av û hewaya Kurdistanê pir xirabtir bûya û dê di asta navneteweyî de jî bandorên neyînî li ser Herêmê çêbibûna.