Gola Urmiyê bi tevahî hişk bû

Gola Urmiyê
Gola Urmiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wêneyên vê dawiyê yên NASAyê nîşan didin ku, Gola Urmiyê bi tevahî hişk bûye û tu av tê de nemaye.

Rojnameya Itîlaatê di hejmara xwe ya îro (Yekşem, 7ê Îlona 2025ê) de parve kiriye ku, mezintirîn gola şor a Îran û Rojhilata Navîn bi tevahî hişk bûye û bûye parek ji dîrokê!

Wê rojnameyê herwesa nivîsiye, “Hişkbûna wê golê pêşbînîkirî bû ji ber ku şarezayên jîngehê û erdnîgariyê di destpêka vê havînê de hişyarî dabû ku, ew gol dê li dawiya vê havînê bi tevahî hişk bibe.”

Hişkbûna gola Urmiyê ne tenê dê zirarên cidî bide sektora geştiyariyê ya Îranê, lê di heman demê de dê bibe sedema karesateke mezin a jîngehê jî, ji ber ku ew dibe sedema rabûna bahozên xwê û dever û bajarên li rojhilat û başûrê rojhilatê wê golê êdî ji bo debara jiyanê çandiniyê bi kêr nayên.

Hikûmeta Îranê di salên borî de gelek bizav kir ku, rêyê li hişkbûna vê golê bigire, lê berdewamiya hişkesaliyê û kêmbûna ava binerd ew bizav pûç kirin.

 
Fly Erbil Advertisment