Sûdanî ber bi Brûkselê ve çû

Sûdanî
Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê îro li ser vexwandina fermî ya Sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo pêşkêşkirina gotarekê li beranberî Encûmena Bakurê Etlesî (NATO) ber bi Brûkselê ve çû.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê di ragihandinekê de got ku, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 8ê Îlona 2025ê) li ser vexwendina fermî ya Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ji bo pêşkêşkirina gotarekê li beranberî Encûmena Bakurê Etlesî (NATO) ber bi Brûkselê ve çû.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Dîlan Barzan li roja Yekşemê (24ê Tebaxa 2025ê) ji zarê çavkaniyeke payebilind a Hikûmeta Iraqê gotibû ku, Balyozxaneya Amerîkayê ferman daye hêzên Amerîkayê ji herdu bingehên leşkerî yên Eyn Esed û Vîktoryayê vekişin, ku leşkerên wê qonax qonax tên vekêşan.

Dîlan Barzan herwesa gotibû, "Hin ji leşkerên Amerîkayî ji wan herdu bingehan vekişiyane û ew dê di nav çend rojan de bi tevahî bên valakirin."

Navbirî amaje jî dabû ku, nêzîkî du hezar leşkerên Amerîkayî li bingeha leşkerî ya Eyn Esedê hebûn û hejmareke din jî li bingeha leşkerî ya Vîktoryayê ya li hundirê Blafirxaneya Bexdayê hene.

Fly Erbil Advertisment