Macron: Êrîşa Îsraîlê ya li ser Dohayê nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron êrîşa Îsraîlê ya li ser paytexta Qeterê, Dohayê, bi tundî şermezar kir û ew bi "nayê qebûlkirin" bi nav kir. Macron herwiha hişyarî da ku divê şer li herêmê belav nebe.

Ev bertek piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê îro 9ê Îlonê ragihand, hêzên wan, bi hevkariya saziya ewlehiya navxweyî (Şabak), êrîşeke esmanî li dijî baregeheke Hemasê li Dohayê pêk anîne. Li gorî zanyariyên medyayê, di êrîşê de şanda danûstandinan a Hemasê hatiye armanckirin, ku ev yek bû sedema bertekên tund ên navdewletî.

Serokê Fransayê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya "X" nivîsand: "Ev êrîşên Îsraîlê bi ti awayî û bi ti hincetê nayên qebûlkirin." Macron hevxemiya xwe ji bo Qeterê û Şêx Temîm Al Sanî anî ziman û tekez kir ku "divê di bin ti şert û mercî de şer li tevahiya herêmê belav nebe."

Qeter: "Ev Êrîşeke Tawankarî û Binpêkirina Yasayên Navdewletî ye"

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Qeterê jî daxuyaniyek belav kir. Berdevkê wezaretê, Macid el-Ensarî, ragihand: "Em bi awayê herî tund êrîşa Îsraîlê ya li dijî baregehên endamên Polîtburoya Hemasê li Dohayê şermezar dikin."

Wî destnîşan kir ku ev "êrîşa tawankarî" binpêkirineke eşkere ya hemû yasa û pîvanên navdewletî ye û gefeke cidî ye li ser asayîş û ewlehiya Qeteriyan.

 
Fly Erbil Advertisment