Îran û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê rêkeftineke dawî îmze kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, welatê wî û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA) derbarê "mekanîzmayeke nû ya kar" de gihîştine rêkeftinekê. Rêkeftin îro Sêşemê (9ê Îlona 2025an) piştî civîna di navbera Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî û Rêveberê Giştî yê IAEA Rafael Grossi de li Qahîreyê hat îmzekirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji televîzyona dewletê re axivî û got: "Îran û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê li ser mekanîzmayeke nû ya kar gihîştin lihevkirineke dawî û ew îmze kirin."
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê IAEA, Rafael Grossi, derbarê rêkeftinê de got: "Ev rêkeftin pêngaveke girîng e û me ber bi arasteyeke rast ve dibe."
Misrê, ku mêvandariya civînê kir, hêviya xwe anî ziman ku ev rêkeftin dê rê li ber lihevkirineke berfirehtir li ser programa atomî veke.
Ev rêkeftin di demekê de tê ku piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser dezgehên atomî yên Îranê, rê li ber çavdêrên IAEA hatibû girtin û Parlamentoya Îranê jî hevkariya bi ajansê re rawestandibû.
Li gorî berpirsên Îranî, heta niha du civîn di navbera şandên herdu aliyan de pêk hatine û biryar e roja Înê ya dahatû cara sêyem bicivin.
Ev pêşhat di demekê de ye ku di 28ê Tebaxa 2025an de, welatên Brîtanya, Almanya û Fransa mekanîzmaya "snapback" li dijî Îranê çalak kiribûn û 30 roj mohlet dabûn Tehranê da ku pabendbûna xwe bi programa atomî nîşan bide.