Qeter: Em ê di rola navbênkariyê di navbera Hemas û Îsraîlê de berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya li ser paytext Dohayê weke "kiryareke terorîstî" binav kir û ragihand, welatê wî mafê bersivdanê ji xwe re diparêze. Tevî vê yekê, Al Sanî tekez kir jî, ew ê di rola xwe ya navbênkariyê de ji bo agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam bin.

Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî duh 9ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de li ser êrîşa Îsraîlê ya li dijî welatê xwe axivî û got, "Tiştê ku îro qewimiye, kiryareke terorîstî û hewldanek ji bo têkdana aramiya herêmê bû."

Serokwezîrê Qeterê destnîşan kir, welatê wî ti binpêkirineke li ser serweriya xwe qebûl nake û got: "Mafê me yê rewa heye ku em bersiva van êrîşan bidin." Her wiha da zanîn, ji bo bersivdaneke guncaw tîmeke yasayî hatiye avakirin û tekez kir ku "kiryarên Îsraîlê bêbersiv namînin."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Al Sanî rexneyên tund li Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu girtin û ew weke "kesekî nerastgo" binav kir ku "bi kiryarên xwe yên terorîstî herêmê ber bi aloziyeke kûrtir ve dibe." Herwiha diyar kir jî, çekên di êrîşê de hatine bikaranîn ji radarên wan derbas bûne.

Tevî tundiya êrîşê û armancgirtina welatekî navbeynkar, Serokwezîrê Qeterê ragihand, ew ê li ser rola xwe ya ji bo pêkanîna aştiyê berdewam bin. Got jî: "Lê tevî ku Îsraîl hemû hewlan dide da ku astengiyan li pêşiya aştiyê derxîne, li ser daxwaza Amerîkayê dê danûstandin berdewam bikin û em ê di rola xwe ya navbeynkariyê de jî bi israr bin." 

Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî herwiha eşkere kir ku "Amerîkayê 10 deqe piştî êrîşê em agahdar kirin."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hêzên wan bi hevkariya saziya ewlekariya navxweyî (Şabak) êrîşeke esmanî li dijî baregeheke Hemasê li paytexta Qeter, Dohayê, pêk anîye. Li gorî zanyariyên medyayê, di êrîşê de şanda danûstandkar a Hemasê hatiye armanckirin.

 
Fly Erbil Advertisment