Asayişê îro li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser Qeterê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza Cezayîr û Pakistanê, Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Çarşemê civîneke bilez lidar dixe, da ku êrîşa Îsraîlê ya li ser paytexta Qeterê, Dohayê, gotûbêj bike. Di êrîşê de serkirdeyên payebilind ên Tevgera Hemasê hatibûn armanckirin.
Îsraîlê duh 9ê Îlonê bi êrîşeke esmanî, serkirdeyên siyasî yên Hemasê li Qeterê kiribû armanc. Koşka Sipî ev operasyon weke "yekalî û ne di berjewendiya Amerîka û Îsraîlê de" binav kir û hişyarî da ku operasyonên leşkerî li Rojhilata Navîn berfireh nebin.
Îsraîlê êrîş weke "mafekî bi temamî rewa" pênase kir, lê li hemberî vê yekê, Qeterê ev kiryar weke "operasyoneke xayîntî" û "terora dewletê" nirxand. Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî ragihand, ev êrîş "gefeşeke mezin li ser hewldanên aştiyê ye" ku Doha navbeynkariya wan dike.
Ev êrîş piştî wê yekê hat ku roja Duşemê li rawestgeheke otobusan li Qudsê di encama êrîşeke çekdarî de şeş kes hatibûn kuştin. Tûgayên Qesam, baskê leşkerî yê Hemasê, berpirsiyariya wê êrîşê girtibû ser xwe.
Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netanyahu, piştî êrîşa Qudsê û kuştina çar leşkerên Îsraîlî li Xezzeyê, êrîşa li ser Qeterê weke "mafekî bi temamî rewa" bi nav kir û di axaftineke televîzyonî de got: "Êdî rojên bêcezahiştina serkirdeyên terorîst bidawî bûne. Ez rê nadim bêcezahiştineke wiha."
Trump: "Biryara Netanyahu ye, Pêwendiya Wê bi Min re Nîne"
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrîşa Îsraîlê daxuyanî da û got, "Êrîşkirina ser Qeterê biryara Netanyahu ye û ti pêwendiya wê bi min re nîne." Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî diyar kir ku artêşa Amerîkayê ew agahdar kiriye ku Îsraîl dê êrîşî Hemasê li Qeterê bike. Wî her wiha da zanîn ku wî ferman daye Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, da ku dawî li peymana hevkariya berevaniyê ya bi Qeterê re bîne.
Trump di heman demê de nêrîneke cuda jî anî ziman û got, "Bi dîtina min, êrîşa ser Dohayê dikare bibe derfetek ji bo aştiyê."
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku wî "ferman dabû nûnerê xwe Steve Witkoff ku Qeteriyan li ser êrîşê agahdar bike, lê ji bo rawestandina êrîşê pir dereng bû." Trump di dawiyê de misogerî da Qeteriyan û got, "Tiştekî wiha careke din li ser axa wan dubare nabe."