25 gencên Kurd ên li Lîbyayê hatibûn azadkirin gihîştin Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ew 25 gencên Kurd ên ku li Lîbyayê hatibûn azadkirin, berbangê îro 10ê Îlonê, bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîştin Herêma Kurdistanê.
Li gorî daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şandeke fermî ku ji Rêvebera Giştî ya Navenda Hevbeş a Hevrêziya Krîzan Sirwa Resûl û berpirsên din ên fermangehê pêk dihat, li firokexaneyê pêşwazî li gencan kir. Ji bo gencên vegeriyayî, tîmeke bijîşkan û pêdiviyên tenduristiyê jî hatibûn amadekirin.
Di pêşwaziyê de, Sirwa Resûl ji dezgehên medyayê re axivî û got: "Ev genc piştî ku zêdetirî 50 rojan li girtîgehên Lîbyayê rastî gelek êş û azarê hatibûn, îro bi silametî vegeriyan ser axa Herêma Kurdistanê."
Di heman daxuyaniyê de, Fermangeha Pêwendiyên Derve spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku erk û mesrefa vegerandina wan gencan girtibû ser milên xwe û bi hewlên wî ew bi sax û silametî vegeriyan nav malbatên xwe.