Şandeke Îmaratê ji bo bihêzkirina pêwendiyan gihîşte Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke dewleta Êmaratên Erebî yên Yekbûyî bi serokatiya Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Wezîrê Derve yê Îmaratê ji bo Karûbarên Herêma Kurdistanê Seîd Mubarek Hacirî, gihîşte Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Li firokexaneyê, şanda Îmaratî ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav ve hate pêşwazîkirin.
Hate ragihandin ku serdan di çarçoveya hewlên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de ye ji bo pêşxistina pêwendiyên siyasî û bazirganî. Biryar e şande hejmarek hevdîtin û civînên girîng li gel berpirsên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Ev serdan di demekê de ye ku şandeke Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê jî serdana Îmaratê kiriye û veberhênerên Îmaratî tên handan da ku li Herêmê veberhênanê bikin.
Îmarat: Yek ji Hevbeşên Sereke yên Bazirganî
Îmarat weke yek ji mezintirîn hevbeşên bazirganî yên Herêma Kurdistanê tê dîtin. Pêwendiyên aborî yên di navbera herdu aliyan de ji sala 2006an ve dest pê kirine û bi taybetî di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de zêdetir hatine bihêzkirin.
Li gorî amarên fermî, zêdetirî 120 kompanyayên Îmaratî li Herêma Kurdistanê kar dikin, ku 15 ji wan kompanyayên mezin in. Tevahiya veberhênana rasterast a Îmaratê li Herêmê digihîje 3.3 milyar dolarî, ligel 420 milyon dolarên din di projeyên hevbeş de. Rûberê erdê ku ji bo veberhênana Îmaratê hatiye terxankirin digihîje 461 doniman.