Banga Piştgiriyê: Doza çalakvanê Kurd Muhammet Îlhan Aslan li Kielê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûniştina yekem a doza çalakvanê Kurd Muhammet Îlhan Aslan, ku di çalakiyeke bîranîna rizgarkirina Kobanî de bi awayekî hovane ji aliyê du alîgirên DAIŞê ve bi kêran hatibû êrîşkirin, dê di 15ê Îlona 2025an de li bajarê Kiel a Almanyayê dest pê bike.
Êrîş, di 25ê Çileya 2025an de, di dema çalakiyeke ji bo 10emîn salvegera rizgarkirina Kobanî de pêk hatibû. Di encama wê êrîşê de, çalakvanê ciwan Muhammet Îlhan Aslan bi giranî birîndar bûbû.
Trawma, Zextên Polîsan û Rewşa Penaberiyê
Tevî ku meh di ser bûyerê re derbas bûne, birînên wê rojê hem li ser laş û hem jî li ser derûna Aslan hîn jî kûr in. Ew ji ber trawmayên ku jiyaye, dermankirina psîkolojîk dibîne. Ligel vê yekê, Aslan weke endamekî çalak ê komeleyeke li Kielê, ji bo parastina çand, huner û baweriya Kurdî têdikoşe.
Lê belê, zehmetiyên Aslan bi birînên fîzîkî û derûnî re sînordar neman. Piştî êrîşê, serlêdana wî ya penaberiyê bi encameke ne diyar re rû bi rû ma, ku ev yek barê wî yê psîkolojîk girantir dike. Her wiha, di mehên borî de tacîza dubare ya polîsan a li dijî wî, bêyî agahdarkirina parêzerê wî Alexander Hoffmann, zextên li ser wî zêdetir kirine.
Doz, Ne Tenê Dozeke Kesayetî ye
Roja 15ê Îlonê, weke destpêka pêvajoyeke dirêj a ku dê ji 21 rûniştinan pêk were, ne tenê rojeke dadgehê ye, lê di heman demê de sembola têkoşîna ji bo dadweriyê ye jî. Ji bo Muhammet Îlhan Aslan, ev doz ne tenê li ser êrîşa li dijî wî ye, lê di heman demê de li ser "berxwedana bi rûmet a li dijî zîhniyeta DAIŞê ye."
Civaka Kurd a li Kielê û dostên wan banga hevgirtinê dikin û dixwazin di vê roja girîng de Aslan bi tenê nehêlin. Di banga xwe de tekez dikin ku ev doz ne tenê doza kesekî ye, lê doza gelekî ye ku azadî, çand û hebûna wî tê armanckirin. Lewma, li kêleka Muhammet Îlhan Aslan sekinîn, li kêleka dadmendiyê sekinîn e.