Hêzên Ewlekariya Hundirîn Pêngava Ewlehiyê li Reqayê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş), bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngaveke nû ya ewlehiyê li bajarê Reqayê ragihand. Armanca pêngavê şopandina şaneyên veşartî yên DAIŞê, bazirganên madeyên hişbir û kesên ku ewlehiya herêmê têk didin e.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hat destnîşankirin, ji ber şerê li Sûriyeyê valahiyeke ewlehiyê çêbûye û ev yek rê daye şaneyên DAIŞê ku xwe ji nû ve birêxistin bikin û êrîşan pêk bînin. 

Her wiha hat gotin, bazirganên hişbirê yên girêdayî "rejîma berê ya Sûriyeyê" çalakiyên xwe li herêmê berfireh kirine û bûyerên gulebarana bêserûber bûne sedema nearamiyê di nava welatiyan de.

Fermandariyê amaje bi operasyonên serkeftî yên berê yên li başûrê Hesekê û kampa Holê kir, ku tê de gelek endamên DAIŞê hatibûn girtin û torên êrîşan hatibûn têkbirin. 

Hat diyarkirin ku pêngava nû ya li Reqayê dê bi pisporî û hûrgiliyeke mezin ji aliyê Hêzên Taybet (H.A.T) ve were birêvebirin da ku ewlehî were misogerkirin û sûcdar radestî edaletê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza xwe dubare kir ku ew ê li seranserê herêmên xwe pêngavên berfireh bidin destpêkirin û bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer bikin. 

 
 
Fly Erbil Advertisment