Ciwanekî Kurd li Almanyayê birca herî dirêj a dostê jîngehê nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Endazyarê Kurd ê avahîsaziyê Şemzîn Ebas, ku li Almanyayê dijî, bi dîzaynkirina birca herî bilind a dostê jîngehê li cîhanê, ku bilindahiya wê 3,150 metre ye, navê xwe di qada navneteweyî de dide nasîn.
Şemzîn Ebas, ku di sala 1993an de li Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û ev heft sal in li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê dijî, di axaftineke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ev birc bi teknolojiyên jîngehparêz ên herî nûjen hatiye dîzaynkirin ku di warê enerjî û avê de bi temamî xwegihîn e.
Ebas got: "Min ji bo hilberîna elektirîkê, xwe spartiye enerjiya rojê û bayê. Her wiha ava baranê bi sîstemeke modern a parzûnkirin û ji nû ve bikaranînê tê komkirin û paqijkirin da ku ava vexwarinê peyda bike."
Dîzaynkirina projeyê nêzîkî du salan dom kiriye û di çêkirina wê de zêdetirî 48,600 perçeyên plastîk ên Legoyê hatine bikaranîn. Li gorî Ebas, birc bi awayekî hatiye sêwirandin ku bikaribe li hemberî hemû karesatên xwezayî li ber xwe bide.
Robotek ji bo Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet
Li gel bircê, Şemzîn Ebas dê robotekî ku wî bi xwe çêkiriye jî nîşan bide. Ev robot bi taybetî ji bo alîkariya kesên xwedî pêdiviyên taybet, nemaze nebînan hatiye amadekirin, da ku di çûnûhatinê de alîkariya wan bike. Robot bi sîstema jîriya çêkirî (AI) û teknolojiya şopandina rû dikare mirovan nas bike û hestên wan bixwîne.
Ji Çeperên Şer heta Serkeftina Akademîk
Çîroka jiyana Şemzîn Ebas tijî berxwedan û serkeftin e. Ew ku di dema şerê li dijî DAIŞê de weke Pêşmergeyekî xwebexş li gelek eniyan şer kiriye û çend caran birîndar bûye. Birîna wî ya dawî di şerê rizgarkirina Giwêrê de bû, ku di encamê de destê wî yê rastê birîndar bû û niha ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet e.
Piştî vê yekê, Ebas berê xwe da xwendinê û beşa endezyariya avahîsaziyê li enstîtuya "Alfons Kern-Schule" ya Almanyayê bi serkeftî qedand. Di sala 2022yan de, ew weke baştirîn xwendekarê beşa xwe hate xelatkirin û niha hewlên xwe di projeyên ku nûjeniya avahîsaziyê û teknolojiya modern bi aliyekî mirovî ve girê didin, xerc dike.
Pêşangeh ji bo Armanceke Mirovî
Birc û robot dê di rojên 20 û 21ê Îlona 2025an de li Hola San Jose-Freiholzheim bêne nîşandan. Dahata ku ji vê çalakiyê bê komkirin, dê bi temamî ji bo piştgiriya nexweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê bê terxankirin.