Tirkiye dest bi perwerdeya artêşa nû ya Sûriyeyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyeyê dest bi rahênankirina artêşa nû ya Sûriyeyê kir. Ev pêngav di çarçoveya peymaneke hevkariyê de tê avêtin ku meha borî di navbera Enqere û hikûmeta nû ya Şamê de hatibû îmzekirin. 

Jêderekî ji Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê îro 11ê Îlonê ragihand, wan dest bi pêşkêşkirina rahênanên leşkerî, şêwirmendî û piştgiriya teknîkî ji bo artêşa Sûriyeyê kiriye. Herwiha da zanîn jî, ev piştgirî li gorî peymana ku di meha Tebaxê de hatibû îmzekirin, birêve diçe.

Ev hevkariya leşkerî di demekê de tê ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, Tirkiye wek piştevanê sereke yê hikûmeta nû ya li Şamê derdikeve pêş. Di vê çarçoveyê de, Enqereyê mêvandariya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, Wezîrê Derve Esed Şeybanî û Wezîrê Berevaniyê Murhaf Ebû Qesra kiribû. 

Li gorî peymana leşkerî ya di navbera her du welatan de, Enqere dê çek, alavên lojîstîk û rahênana leşkerî ji bo artêşa Sûriyeyê dabîn bike.

Heman jêderî ew raporên ku behsa êrişên Îsraîlê yên li ser amûrên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê dikin, wek "derew û nerast" binav kir û tekez kir ku ti guhertin di hejmara karmand û amûrên leşkerî yên Tirkiyeyê de li Sûriyeyê çênebûye.

Berevajî vê daxuyaniyê, di 25ê Tebaxa 2025an de, Îsraîlê operasyoneke leşkerî li gundewarê Şamê pêk anîbû. Wê demê, berpirsekî Îsraîlî ragihandibû, hêzên wan ew amûrên Tirkî yên ku "ji bo sîxuriya li ser Îsraîlê" li herêmê hatibûn bicihkirin, jinav birine. Herwiha wî berpirsî hişyarî dabû hikûmeta nû ya Sûriyeyê û gotibû: "Me hişyarî daye rêveberiya rewa ku bi agir nelîze û guh nede fermanên Tirkiyeyê."