Mesrûr Barzanî tekez li ser pêşxistina têkeliyên bi Îmaratê re kir

Mesrûr Barzanî û Seîd Mibarek Hacirî
Mesrûr Barzanî û Seîd Mibarek Hacirî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Aborî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê kir û pê re û amaje da girîngiya têkiliyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê de.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) pêşwaziya Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Aborî yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê Seîd Mibarek Hacirî û şanda pê re kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de eşkere kiriye, “Tevî pêşwazîkirina wê şandê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya têkiliyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê de jî da.”

Her li gorî wê daxuyaniya, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd kir, ji ber piştgirî û alîkariya wî ya ji bo Herêma Kurdistanê û destnîşankirina nûnerekî taybet ê Îmaratê ji bo karûbarên aborî ji bo Herêma Kurdistanê, ku nîşana girîngî û bihêziya têkiliyên dualî ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa silav û rêzên xwe jî ji Cîgirê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Raşid re gihandin wê şandê.

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, "Seîd Hacirî xwesteka welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re di hemî waran de diyar kir û amaje da ku, Herêma Kurdistanê li cem serokatiya Îmaratê xwedî cihekî girîng û taybet e. Tekez jî kir ku, gelek derfet hene ku têkiliyên dualî di warên cuda cuda de xurt bikin.”

Fly Erbil Advertisment