Pirtûka çîrokan a Siyamend Birîm "Stêrka Şivanan" derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka nû ya nivîskar û rojnamevan Siyamend Birîm a bi navê "Stêrka Şivanan" ji aliyê Weşanxaneya Şilêrê ve hat çapkirin. Ev berhem, ku ji 15 çîrokan pêk tê, li ser bingeha serpêhatî û bûyerên rastîn, beşek ji jiyana civaka Kurd û kûrahiya derûna mirovan radixe ber çavan.

Ev pirtûka ku ji 124 rûpelan pêk tê, weke ku nivîskar diyar dike, ne tenê berhevokeke çîrokan e, lê di heman demê de "dengvedana jiyanên ku hatine jiyîn, êşên ku hatine kişandin û şahiyên ku di nava hêsiran de veşartî mane" ye. Bi vê yekê, ev berhem xwîneran dibe nava rastiya civakê û dîroka nêzîk a Kurdan.

Hêvî û Ronahî di Dilê Çîrokan de

Li gorî nivîskar Siyamend Birîm, tevî ku gelek çîrok behsa zehmetiyan dikin, di nava wan de çîrokên hêvîbexş jî hene ku armanca wan ew e bibin îlham ji xwîneran re. Birîm derbarê vê yekê de dibêje: "Min xwast nîşan bidim ku her çi astengî û zehmetî rastî mirov werin, ew bi vîn û keda bêwestan dikarin werin nehîştin. Bi vî awayî, her çîrokek dibe tîrêjek ji wê Stêrka Şivanan a ku em dixwazin pê rêya xwe û ya xwendevanên xwe ronî bikin."

Derbarê Siyamend Birîm de

Siyamend Birîm, sala 1974'an li Efrînê ji dayik bûye. Ji zaroktiya xwe ve dest bi xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî kiriye û ji sala 2015an ve li Hewlêrê dimîne.

"Stêrka Şivanan" berhema wî ya duyem a wêjeyî ye. Beriya vê, wî di sala 2021'ê de romana "Benê Navikê" ya romannivîs Bena Hesen wergerandibû Kurdî. Siyamend Birîm ji sala 2015’an ve karê xwe yê rojnamegeriyê weke hewalsazê Kurdî-Kurmancî li malpera Kurdistan24ê didomîne.

 
Fly Erbil Advertisment