41 sal di ser koça dawî ya Yilmaz Guney re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 41 sal di ser koça dawî ya derhêner, senaryonûs û lîstikvanê navdar ê Kurd Yilmaz Guney re derbas dibin. Guney, ku weke yek ji stûnên sereke yên sînemaya Kurdî û Tirkiyeyê tê bibîranîn.
Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Yenîce yê Edeneyê ji dayik bû. Piştî ku xwendina xwe ya seretayî û navîn li Edeneyê bi dawî kir, ji bo debara jiyana xwe bike, dest bi karên cuda kir. Di sala 1956an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendinê kir, lê piştre derbasî Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê bû.
Yilmaz Guney di sala 1959an de, bi nivîsandin û lîstina rolên sereke di fîlmên "Bu Vatanın Çocukları" (Zarokên Vî Welatî) û "Alageyik" de, derbasî cîhana sînemayê bû.
Jiyana Guney bi zextên siyasî û zindanê re derbas bû. Ji ber nivîsandina çîrokekê bi navê "Sîstema Newekheviyê ya bi Sê Nenasan re", bi tometa "propagandaya komunîzmê" hat darizandin û di sala 1961an de 18 meh cezayê zindanê lê hat birîn. Piştî ku 8 mehan sirgûnî Konyayê bû, neçar ma dev ji xwendinê berde.
Lûtkeya serkeftina wî ya hunerî, fîlmê "Yol" (Rê) bû. Ev fîlm ku senaryoya wî ji aliyê Guney ve di zindanê de hatibû nivîsandin û ji aliyê Şerîf Goren ve hatibû derhênerandin, di sala 1982an de di Festîvala Fîlman a Cannesê de xelata herî mezin "Palmeya Zêrîn" (Palme d'Or) wergirt. Herwiha, fîlmê wî yê bi navê "Duvar" (Dîwar) ku di sala 1983an de li Fransayê kişandibû, ji bo xelata taybet a juriyê li heman festîvalê bû berendam.
Yilmaz Guney, ku di sala 1982an de ji welatîbûna Tirkiyeyê hatibû derxistin, di 9ê Îlona 1984an de li Fransayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.