Li Mehabadê ji bo xurtkirina çanda xwendinê kampanyayeke berfireh hate destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Parka Seyîd Qutib a bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê komek nivîskar, rewşenbîr û çalakvanên çandî ve, kampanyayek bi navê "Wuşe Rûnakî" (Peyv Ronahî ye) ji bo handana xwendina pirtûkan hat lidarxistin.
Yek ji nivîskarên beşdar, Mensûr Mehrciyan, armanca vê çalakiyê wek hewldanek ji bo "lihevhanîna xwendevan û pirtûkê" binav kir. Mehrciyan diyar kir, ew bi pêşkêşkirina berhemên xwe di vê kampanyayê de, dixwaze pireke xurt di navbera nivîskar û xwendevanan de ava bike û çanda xwendinê di nava civakê de kûrtir bike. Wî got, "Ji bo pêşxistina çandê, pêwîstiya me bi kombûnên bi vî rengî heye. Ez hêvîdar im ev hewldan berdewam bikin."
Beşdarên çalakiyê, bi taybetî ciwan û jinan, eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan. Yek ji xwînerên ciwan, Muje Merûfiyan, anî ziman ku xwendina pirtûkan derfetê dide mirovan ku ji nêrîna xwe wêdetir, bi nêrînên gelek nivîskar û lêkolînerên cuda aşina bibin.
Merûfiyan got: "Xwendin nahêle mirov tenê ji nêrîna xwe li cîhanê binêre. Dema em pirtûkan dixwînin, em bi jiyan û ezmûnên gelek mirovan re hevpar dibin û pirtûk dibin hevalên me yên herî baş."
Herwiha Sureya Mam Qadirî, ku wek rahênera xwendina pirtûkên zarokan beşdarî çalakiyê bûbû, destnîşan kir ku xwendin nêrîna mirov li hemberî jiyan û cîhanê diguherîne. Wê got, "Kesê ku pirtûkan dixwîne, li cîhanê bi awayekî cuda dinêre. Her pirtûk berhema raman û azmûna kesekî ye. Bi xwendinê, em dikarin ji van ezmûnan fêr bibin û wan di jiyana xwe de dubare nekin."
Rêjeya Xwendinê li Mehabadê Zêde Dibe
Ev hewldanên çandî di demekê de tên ku li gorî amarên fermî, giringîpêdana ji bo xwendinê li Mehabadê zêde bûye. Pêştir, Rêveberê Giştî yê Pirtûkxaneyên Giştî yên Mehabadê Hesen Salarî ji ajansa fermî ya Îranê (IRNA) re ragihandibû, rêjeya xwendin û wergirtina pirtûkan ji pirtûkxaneyên giştî, îsal li gorî sala borî ji sedî 30 zêde bûye.