Serok Barzanî û şandeke Îmaratê tekezî li ser têkiliyên dualî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Îmaratê kir û spasiya hikûmet, gel û serokatiya Îmaratê kir ku, herdem bi rêya rêxistinên mirovî alîkar û piştgirên Herêma Kurdistanê bûne.
Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Îmaratê kir, ku Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybet ê Îmaratê ji bo Karûbarên Aborî li Herêma Kurdistanê Seîd Mibarek Hacirî serokatiya wê dikir.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Li destpêka wê hevdîtinê, tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re, şanda mêvan dostanî û helwesta serokatiya Îmaratê di pêşvebirina têkiliyên li gel Herêma Kurdistanê de jî tekez kirin.”
Çavkaniya navbirî amaje jî daye ku, wê şandê silavên Dadwerê Îmaratê û serokatiya welatê xwe gihandine Serok Barzanî, herwesa spasî û rêzên xwe ji bo hevdîtin û civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê û derfetên ku ji wan re hatine pêşkêşkirin diyar kirine, da ku têkiliyên aborî û warên din ên niha û paşerojê pêşve bibin.
Her wê çavkaniya gotiye, “Serok Barzanî spasiya hikûmet, gel û serokatiya Îmaratê kir, ku herdem bi rêya rêkxistinên mirovî alîkar û piştevanên Herêma Kurdistanê bûne, bi taybetî di dema hatina bi sedan hezar awareyan ji bo Herêma Kurdistanê. Herwesa Serok Barzanî pêşwaziya xurtkirina dostanî û têkiliyên herdu aliyan jî kir.”
Baregayê Barzanî eşkere jî kiriye, “Rewşa deverê bi awayekî giştî jî mijareke din a wê hevdîtinê bû.”
