Li Dubzê Erebên hawirdekirî şerê hev kir, kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke Erebên hawirdekirî li Kerkûkê şerê hev kir û çek li dijî hev bi kar anîn. Çavkaniyekê ji Kurdistan24ê re got ku, kuştî û birîndar hene.
Hejmareke Erebên hawirdekirî îro (Pêncşem, 11ê Îlona 2025ê) li nav sûka bajarkê Dubzê yê parêzgeha Kerkukê şerê hev kir û çek li dijî hev bi kar anîn. Çavkaniyekê ji polîsên Dubzê ji Kurdistan24ê re got ku, ew şer di navbera du malbatan de bû ku pismamên hev in.
Çavkaniya polîsên Dubzê herwesa got ku, du kes bi navên Sarî Fewas Xebaş û Sultan Fewas hatin kuştin û kesek jî bi navê Bîrel Fewas Xebaş jî birîndar bû. eşkere jî kir ku, ew hersê qurbanî birayên hev in.
Wê çavkaniyê amaje jî da, “Navê wî kujerî Tewarî Ewad Melûl e, şêniyê gundê Pelkaneyê ye û Erebekî hawirdekirî ye. Ew reviyaye cihekî nenas û polîsan li ser wê bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.”