Hoşyar Zêbarî: Ji bo kontrolkirina milîsan pêwîstiya Iraqê bi yasa û dadgehan heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, Iraq di qonaxeke girîng de ye û derfeteke zêrîn li pêşiya wê heye ji bo pêşketinê, lê astengiya herî mezin a li pêşiya vê pêşketinê, nebûna kontrola li ser milîs û komên derqanûnî ye.
Hoşyar Zêbarî, di hevpeyvîneke ligel rojnameya "The National" de, diyar kir ku rewşa ewlehiyê li seranserê Iraqê baştir bûye û êrişên terorîstî kêm bûne. Li gorî Zêbarî, ev yek dikare bibe sedem ku Iraq veberhênerên biyanî, bi taybetî kompaniyên Amerîkî yên di warê petrolê de, ber bi xwe ve bikişîne.
"Hikûmeta Iraqê êrîşker aşkere nekirine"
Derbarê êrişên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê de, Zêbarî rexne li helwesta hikûmeta federal girt û got: "Hikûmeta Iraqê xwedî niyeke pak e û lêkolîn li ser êrişan kiriye, lê piştî bidawîbûna lêkolînan, heta niha kesên ku ew êriş pêka nîne, aşkere nekirine."
Zêbarî tekez kir, ji bo Iraq bikaribe ji vê derfeta zêrîn sûd werbigire, divê gavên cidî biavêje. Wî di dawiya axaftina xwe de got: "Iraq ji her tiştî zêdetir, pêwîstî bi jîngeheke aram û ewle ji bo veberhêneran heye. Herwiha, pêwîstiya wê bi yasa û dadgehên bi hêz heye, da ku bikaribe milîsan û kesên derqanûnî kontrol bike."