Ehmed Şera: Parçebûn ne çareserî ye; danûstandinên bi HSDê re hêdî dimeşin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera, ragihand, danûstandinên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rawestiya û rastî hin astengiyan tên. Herwiha tekez kir, her hewldaneke ji bo parçebûnê, çi li Siweydayê be, çi jî li herêmên din be, dê zirarê bide yekparçebûna Sûriyeyê û berjewendiya gel.

Danûstandinên bi HSDê: "Aliyên navdewletî destêwerdanê dikin" 

Ehmed Şera di hevpeyvînekê bi kenaleke Sûrî re ragihand, HSD nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê nake û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateya Ereb ji sedî 70ê nifûsê pêk tîne. HSD jî nûnertiya hemû pêkhateya Kurd nake ku em bikaribin bibêjin ew dengê herêmê ye. "

Herwiha got: "Rewşa Kurdan li Sûriyeyê ne wekî ya Herêma Kurdistanê li Iraqê ye." Şera diyar kir ku berjewendiya herî baş ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku bi Şamê re bin û got: "Îro derfeteke zêrîn heye ku Sûriye birînên xwe derman bike û bi rûpelek nû dest pê bike. Gaveke berevajî vê yekê dê zirarê bide xwediyên van fikran bi xwe."

Derbarê danûstandinên bi HSDê re, Şera eşkere kir ku pêvajo rastî astengiyan tê û got: "Danûstandin baş dimeşiyan, lê di cîbicîkirina lihevkirinê de hêdîbûn heye. Aliyên navdewletî yên wekî Amerîka û Tirkiyeyê jî destêwerdanê dikin." 

Herwiha Şera hin bendên lihevkirinê jî eşkere kirin û got: "Me li ser tevlîkirina hêzên HSDê di nav Artêşa Sûriyeyê de û herwiha li ser hin taybetmendiyên ji bo herêmên Kurdî lihev kiribû."

Siweyda û Metirsiya Parçebûnê

Serokê Demkî herwiha behsa aloziyên li parêzgeha Siweydayê jî kir û got ku hin aliyên navxweyî û derveyî, bi taybetî Îsraîl, hewl didin ji rewşê sûd werbigirin û projeyên "xeyalî" yên parçebûnê pêş bixin. 

Şera tekez kir ku Sûriye parçebûnê qebûl nake û got: "Ez bi gelek kesayetên ji Siweydayê re civiyam û min ji wan hezkirin û pabendbûneke mezin ji bo welat dît." Wî da zanîn ku dengên ku daxwaza cudabûnê dikin, ne dengê piraniya gelê Siweydayê ne.

Nenavendîbûn yan Yekparçebûn?

Şera di bersiva pirseke derbarê modelên nenavendîbûn an federalîzmê de, hişyarî da ku her hewldaneke ber bi parçebûnê ve dê bibe sedema bêaramiyeke mezin li tevahiya herêmê. Herwiha got: "Ger Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve biçe, dê Iraq û Tirkiye jî bi awayekî mezin zirarê bibînin." 

Di dawiya axaftina xwe de, Ehmed El-Şera bi soza parastina yekparçebûna axa Sûriyeyê axaftina xwe bi dawî kir û got: "Sûriye dê dest ji yek bihusteke axa xwe bernede." 

 
 
Fly Erbil Advertisment