Baregeha Şêx Mehmûd Hefîd dibe muzexaneyeke dîrokî û neteweyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha dîrokî ya Şêx Mehmûd Hefîd, ku wek yek ji sembolên herî girîng ên têkoşîna neteweyî ya Kurdan tê naskirin, piştî xebateke berfireh tê nûjenkirin û dê wek muzexaneyeke çandî û dîrokî ya nûjen were vekirin. 

Baregeha Şêx Mehmûd Hefîd, ku wekî Şahê Kurdistanê dihat naskirin, li taxa navdar a "Melkendî" ya Silêmaniyê ye û di navbera salên 1923 û 1924an de hatiye avakirin. Ev avahiya ku şahidiya gelek bûyerên girîng ên dîroka Kurdan kiriye, niha bi hewldana Rêxistina Pêşxistina Sivîl (CDO) û kesên dilsozên dîrokê, vediguhere navendeke çandî.

Rêveberê Rêxistina CDO Bextiyar Ehmed ji K24ê re ragihand, ev yekem car e muzexaneyeke bi vî rengî li Herêma Kurdistanê tê vekirin. Wî got, "Muzexane ji du beşên sereke pêk tê. Beşek taybet e bi belgenameyan, ku hin ji wan ji welatên wekî Brîtanya, Hindistan, Fransa û Iraqê hatine komkirin. Herwiha, me destxetên Şêx Mehmûd bi xwe jî bi dest xistine û em ê li vir wan biparêzin."

Derbarê beşa duyemîn de jî Ehmed diyar kir, "Beşa din jî ji kelûpelên wê serdemê pêk tê; hem ew kelûpelên ku li Silêmaniyê di dema şerê li dijî Îngilîzan de hatine bikaranîn, hem jî yên ku Îngilîzan bi xwe anîne Silêmaniyê. Herwiha, madalyayên ku li Brîtanyayê ji bo efserên beşdarî şerê Silêmaniyê bûne hatine çêkirin, dê li vir werin nîşandan."

Di nav muzexaneyê de, jûreke taybet ji bo kesayetiyekî Îngilîz bi navê Major Soane hatiye veqetandin. Soane, ku di navbera salên 1918 û 1921an de li Silêmaniyê bûye, wekî yek ji kesayetiyên girîng ên wê serdemê tê naskirin û kelûpel û wêneyên wî dê di vê jûrê de werin pêşandan.

Endamê Rêxistina Tevgera Binkey Jîn Sidîq Salih bal kişand ser girîngiya projeyê û got: "Pêwîstiya me bi bibîranînê heye. Em miletek in ku mixabin zêde ne dîrokhez in. Ji ber vê yekê, divê em rêyên nû bibînin da ku dîroka xwe bi berdewamî zindî bihêlin, û yek ji van rêyan avakirina muzexaneyan e."

Bîrokeya nûjenkirina vê avahiyê ji sala 2012an ve hebû, lê ji sala 2022an ve bi awayekî fermî dest bi kar hat kirin. Tê payîn ku proje sala bê bi dawî bibe û deriyên xwe ji bo serdankeran veke.

 
 
 

 

Fly Erbil Advertisment