Berpirseke berê ya Amerîkayê: Washington piştgiriya nenavendîbûnê li Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî guhertina rêjîma Beşar Esed li Sûriyeyê, pêkhateyên cuda yên vî welatî, ku li dijî siyaseta hikûmeta nû ya Şamê ne, li Amerîkayê hewldanên xwe yên ji bo bandorkirina li ser siyaseta Washingtonê zêde kirine. Di civîneke girîng de ku li yek ji avahiyên Kongresa Amerîkayê hate lidarxistin, nûnerên Kurd, Elewî, Durizî û Xiristiyanan bang kirin ku Amerîka zextê li hikûmeta Şamê bike, da ku sîstemeke nenavendî û demokratîk ji bo rêveberiya welat were pejirandin.

Civîneke Dîrokî ji bo Sûriyeyeke Pirreng

Nûnerên hemû pêkhateyên neteweyî û olî, ji bilî alîgirên hikûmeta niha ya li Şamê, beşdarî civînê bûn. Armanca sereke ya vê hevgirtinê ew e ku Sûriye ber bi sîstemeke federalî û nenavendî ve biçe, ku tê de mafê hemû pêkhateyan were parastin.

Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê Sînem Mihemed ji K24ê re ragihand, "Civîn wekî konferansekê birêve çû û hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ji Durizî, Elewî, Suniyên demokrat û Kurdan, ku dixwazin Sûriyeyeke demokratîk û federal ava bibe, amade bûn."

Mîara Îzedîn Hebîb, welatiyeke Durizî-Amerîkî ya bi eslê xwe Sûrî ye, jî bal kişand ser dîroka hevjiyana aştiyane ya pêkhateyan û got: "Pêkhateyên Sûriyeyê her tim bi aştiyê bi hev re jiyane, bi hev re kar kirine û cejnên olî û dîrokî li hev pîroz kirine."

Siyaseta Amerîkayê ya Guherbar û Piştgiriya ji bo Nenavendîbûnê

Piştî guhertinên sala borî li Sûriyeyê, ev welat di siyaseta derve ya Amerîkayê de bûye xaleke girîng. Washington ji aliyekî ve bi hikûmeta Şamê re û ji aliyê din ve jî bi pêkhateyên cuda re di nava têkiliyan de ye.

Rêvebera berê ya Azadiya Olî li Wezareta Derve ya Amerîkayê Nedîn Meyze destnîşan kir, siyaseta Amerîkayê li hemberî Sûriyeyê di guhertineke berdewam de ye. Wê got: "Hikûmeta Amerîkayê niha piştgiriyê dide nenavendîbûnê, tevî ku berê li dijî vê yekê bû." 

Meyze herwiha rexne li siyaseta Amerîkayê girt û got ku carinan ew li dû serkeftinên demkurt digere, ne li çareseriyên demdirêj.

Kongresmen: Em Rewşê ji Nêz ve Dişopînin

Endamê Kongresa Amerîkayê Mark Walker jî nîgeraniya xwe derbarê rewşa Sûriyeyê de anî ziman û got: "Em piştgiriyê didin Serok Trump ku cezayên li ser Sûriyeyê rakirine, lê di heman demê de em ji nêz ve çavdêriya reftarên hikûmeta Şamê dikin û em hêvîdar in ku guhertin çêbibin, bi taybetî derbarê rewşa Durziyan de ku dibin armanc."

Rêveberiya Donald Trump cezayên li ser Sûriyeyê rakirine, da ku derfetê bide pêkhateyan ku welatê xwe ji nû ve ava bikin. Herwiha, Tom Barrack wek nûnerê taybet hatiye destnîşankirin, da ku di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de nêzîkbûnê pêk bîne.

 

 

Fly Erbil Advertisment