Bang li malbatan hate kirin: Waneya kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîka û komeleyên perwerdehî û zimanê Kurdî li Diyarbekirê, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî û Zazakî) kampanyayeke berfireh dan destpêkirin. Di konferanseke rojnamevanî de, bang li malbat, siyasetmedar û saziyên sivîl hate kirin ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê zikmakî bi berpirsiyarî tevbigerin.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya Perwerdeyê Ramazan Tekdemîr, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û got, "Armanca me ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ev maf ji bo hemû zarokan were misogerkirin. Em dixwazin ku zarokên me û xwendekarên me li dibistanan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin û ji vî zimanî dûr nekevin."

Tekdemîr da zanîn, divê hemû beşên civakê, ji siyasetmedar û rewşenbîran bigire heta saziyên sivîl û malbatan, li ser vê mijarê xwedî hestiyariyeke bilind bin û ji bo pêşeroja zimanê Kurdî bikevin nava liv û tevgerê. Wî got: "Em bi banga xwe dubare dikin ku divê li ser vê xebatê were sekinandin û heta ku Wezareta Perwerdehiyê gavên pêwîst neavêje, divê ev daxwaz were şopandin."

Fêrkirina Ziman û Parastina Çandê

Di konferansê de hat destnîşankirin ku hilbijartina dersa Kurdî ne tenê fêrbûna ziman e, lê di heman demê de parastina çand, huner û dîroka Kurdan e. Hat gotin ku niha li pênc zanîngehên Tirkiyeyê beşên zimanê Kurdî hene, lê divê hejmara xwendekarên ku berê xwe didin van beşan zêde bibe, da ku nifşekî nû yê mamoste û pisporên zimanê Kurdî were amadekirin.

Sendîka û komeleyan bi yek dengî bang li malbatan kirin ku serî li rêveberiyên dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe forma hilbijartina dersa Kurdî dagirin, da ku ev mafê bingehîn di pratîkê de were cîbicîkirin û zimanê Kurdî di qada perwerdehiyê de bi awayekî fermî cihê xwe bigire.

 
Fly Erbil Advertisment