Li Serdeştê çinîna tiriyê reş dest pê kir, lê xwedanrez bi gilî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Serdeştê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, werzê çinîn û berhevkirina "tiriyê reş" dest pê kir. Tê payîn ku îsal ji 5 hezar hektar rezên li navçeyê, nêzîkî 40 hezar ton tirî bê berhevkirin. 

Li Serdeştê zêdetirî heşt cûreyên tiriyê reş bi awayekî organîk û bêyî bikaranîna madeyên kîmyewî tên çandin. Ji sedî 90ê rezên herêmê bi awayê dêmî tên xwedîkirin, ku ev yek tameke taybet dide tiriyê Serdeştê. Xwedanrezekî bi navê Rehman Ehmedî dibêje: "Me di dema baranê de erdên xwe ajotine û havînê jî du caran derman li rezan reşandiye. Piştî kedeke mezin, em niha berhemê xwe berhev dikin."

Beşek ji berhema tirî rasterast ber bi bazaran ve tê şandin, lê beşeke mezin di sandoqan de tê bicihkirin û li sarincên mezin (sardxane) tê hilanîn, da ku di zivistanê de bi bihayekî baştir were firotin. Berî destpêkirina demsala çinînê, bi sedan karker di kargehên çêkirina sandoqan de dixebitin da ku pêdiviyên xwedanrezan dabîn bikin.

Ji tiriyê Serdeştê, ji bilî ku wekî fêkî tê xwarin, berhemên wekî mewîj û şerab jî tên çêkirin. Bi taybetî "mewîjên reş ên Alanê" li Rojhilatê Kurdistanê xwedî navûdengeke mezin e û amadekirina wê piranî karê jinan e. Ayşe Ebdullahî, yek ji jinên herêmê, dibêje: "Em tirî dikelînin, paşê li ser banan radixin. Piştî ku baş hişk bû, em wî paqij dikin."

Tevî vê dewlemendiya xwezayî, xwedanrez ji ber nebûna veberhênanên pêwîst di warê hilanîn, pîşesazîkirin û bazarkirinê de bi gilî ne. Ji ber vê yekê, piraniya qezencê diçe bêrîka navbeynkaran. Heme Bêwranî, ku ew jî xwedanrez e, dibêje: "Tiriyê Serdeştê ketiye destê navbeynkaran û ew ji me zêdetir sûdê jê dibînin. Ger dewlet rê bide, em dikarin bêyî gumrikê berhemê xwe bişînin her deverê, lê mixabin keda me diçe berîka kesên din."

Her sal, panzdeh roj berî destpêka payîzê, tiriyê reş ê Serdeştê ber bi bazarên Kurdistan, Îran û Tirkiyeyê ve tê şandin. Li gorî Rêveberiya Çandiniyê ya Serdeştê, tevî ku îsal li benda 40 hezar ton berhem in, ev rêje li gorî sala borî ji sedî 35 kêmtir e.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment