Rojnamevanekî Tirk: Ocalan dê partiyeke nû damezirîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnamevanê Tirk Sedat Bozkurt ragihand, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye, amadekariya damezrandina partiyeke nû ya siyasî dike ku dê navê "Tirkiye" jî tê de hebe.

Rojnamevanê Tirk Sedat Bozkurt îro 14ê Îlonê ragihand, Ocalan bi xwe bernameya partiyê dinivîse û dê Endama Şanda Îmraliyê û Parlamentera HDPê Pervin Buldan wek seroka partiyê destnîşan bike. Di heman demê de, ew rojnamevan pêşbînî dike ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) were girtin, lê HDP dê neyê girtin.

Herwiha, di çarçoveya van guhertinan de, egera berdana Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş jî tê ziman. Tê gotin ku ev gav dê siyaseta Bakurê Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ve bibe.

Heta niha, derbarê van îdiayan de, ne ji aliyê kesên nêzîkî Ocalan û ne jî ji aliyê berpirsên DEM Partiyê ve ti daxuyanî yan jî piştrastkirineke fermî nehatiye dayîn.

Abdullah Ocalan di 4ê Nîsana 1948an de li Rihayê ji dayik bûye û di sala 1978an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) damezrand. Ew di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê hat girtin û heta niha li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye.

Li ser banga Ocalan, PKKê di 12ê Gulana 2025an de, piştî 12emîn kongreya xwe ragihandibû, wê biryara belavkirina hemû avaniya xwe ya rêxistinî û dawîanîna li têkoşîna çekdarî daye.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja 12ê Gulana 2025an encamên kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir û got, PKKê biryar daye ku avaniya xwe ya rêxistinî hilweşîne û têkoşîna çekdarî û hemû çalakiyên ku li ser navê rêxistinê têne kirin bi dawî bike.

 
Fly Erbil Advertisment