Serok Barzanî legel hejmarek kesayetiyên Aşûrî yên Amerîkî civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Îlonê, pêşwazî li şandeke kesayetiyên Aşûrî yên li Amerîkayê bi serokatiya Serokê Saziya Aşûriyan ji bo Dadweriyê, Sam Dermo kir. 

Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û Aşûriyan de kir û da zanîn ku civaka Aşûrî û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê, xelkê resen ê vî welatî ne û çarenivîsa wan bi hev ve girêdayî ye. Serok Barzanî got: “Me hem di rabirdûyê de bi hev re jiyaye û di paşerojê de jî em ê bi hev re, bi azadî û serfirazî bijîn.”

Herwiha Serok Barzanî piştrast kir, hemû sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê dê alîkar û piştgirê hemû koçberên ku niha li Herêma Kurdistanê dimînin bin û tekez kir ku divê ew hest bi hebûn, aştî, aramî û paşerojeke geş ji bo xwe li Kurdistanê bikin.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi hevdîtina ligel Serok Barzanî û pêşketinên li Herêma Kurdistanê nîşan da. Endamên şandê diyar kirin ku ew hest dikin li welatê xwe û di nav xizm û kesên xwe de ne û xwe wek beşek ji gelê Herêma Kurdistanê dibînin.

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa giştî û guhertinên dawî yên li herêmê jî rawestiyan.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment