Pasdarên Îranê: Li Tengava Hurmizê sê tankerên petrolê teqiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, di nava 24 saetên borî de li Tengava Hurmizê sê tankerên petrolê teqiyane û agir pê ketiye. Supaya Pasdaran da zanîn ku ev bûyer piştî wê yekê rû daye ku keştiyan rêyeke qedexekirî bikar anîne.
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, wan tankeran pergalên xwe yên radar û çavdêriyê vemirandibûn û tevî hemû hişyariyan, hewl dane di korîdora başûr re derbas bibin ku ji aliyê Îranê ve wekî herêmeke qedexekirî hatiye ragihandin.
Supaya Pasdaran diyar kir. ew keştî ji ber lêketina li mînên deryayî teqiyane û hişyarî da ku ew korîdor bi mînan hatiye çandin. Di daxuyaniyê de berpirsiyariya derbasbûna di wan herêman de xiste stûyê xwediyên keştiyan û tîmên wan. Herwiha bang li wan kir ku guh nedin wan daxuyaniyên ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve li ser torên civakî tên belavkirin.
Hêza Deryayî ya Pasdaran careke din tekez kir ku ew ê bi tundî li dijî her karekî derkevin ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve bê piştgirîkirin û rêzê li yasayên Tengava Hurmizê negire.
Hevdem ligel daxuyaniya Îranê, Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand, li nêzîkî peravên Umanê li ser keştiyekê li Tengava Hurmizê şewat derketiye, lê sedema vê şewatê hîn bi fermî nehatiye zanîn.
Ev bûyer di demekê de rû didin, alozî û metrisiyên li ser ewlehiya rêyên deryayî li Tengava Hurmizê gihîştine asta herî bilind; deverek ku ji bo veguhastina enerjiya cîhanê, wek yek ji stratejîktirîn rêyên avî tê hejmartin.