Bihayê amûrên enerjiya rojê li Herêma Kurdistanê daket
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî bilindbûna berdewam a nirxê dolarê Amerîkî, buhayê pêdivî û amûrên sîstema enerjiya rojê li Herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav daketiye. Vê yekê jî hiştiye ku lêçûna danîna vê sîstemê ji bo welatiyan gelekî erzantir bibe.
Bazirgan û dabînkerê sîstemên enerjiya rojê Ebdullah Şikak, di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand, ev erzanbûn ti pêwendiya xwe bi guherîna nirxê dolar re nîne; ji ber ku kirîn û firotina hemû amûran ji xwe her bi dolar e, lê sedema bingehîn ew e ku bihayê panêl û batariyan ji çavkaniyê ve (ji kargehên cîhanî) daketiye.
Li gorî gotina wî bazirganî, li gorî çar meh berê guhertineke mezin di bihayan de çêbûye:
- Sîstema 5 kîlowatî: Lêçûna danîna vê sîstemê bi giştî di navbera 100 heta 200 dolaran û carinan zêdetir jî kêm bûye.
- Panêlên rojê: Bihayê her panêlekê ku berê di navbera 108 heta 110 dolaran de bû, niha daketiye 90 heta 92 dolaran.
- Batarî: Cureyekî batariyê yê ku berê bi 1550 heta 1650 dolarî dihat firotin, niha buhayê wê daketiye dora 1350 dolaran.
Ebdullah Şikak da zanîn, tevî nezelaliya sedemên tam ên vê daketina bilez a li ser asta bazarên cîhanê, ev geşedan di berjewendiya rasterast a welatiyan de ye û lêçûna berhemanîna elektrîka paqij kêm dike.
Herwiha Şikak got: “Gelek caran dema ku li herêmê qeyran yan rageşiyek çêdibe – bo mînak pirsgirêkên li Tengava Hurmizê yan rêyên avî – bazirganên mezin yekser kelûpelên bazarê dikirin û embar dikin, da ku kêm bibin û biha bifiroşin. Lê tevî rewşeke wiha jî, amûrên enerjiya rojê ber bi erzanbûnê ve diçin.”
Di salên dawî de welatî, karsaz û xwediyên projeyan li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê bi awayekî berfireh berê xwe dane enerjiya tavê/rojê. Ev pergal wekî jêderekî domdar, paqij û erzantir ê dabînkirina elektrîkê tê dîtin.
Pispor diyar dikin ku li ser asta cîhanî, zêdebûna hejmara kargehan (bi taybetî li welatê Çînê) bûye sedema berhemhênana zêde ya panêlan, vê yekê jî xistina kelûpelan di bazarên cîhanî de zêde kiriye û rê li ber daketina bihayan vekiriye.