Baregeha Barzanî sersaxî li malbata Îbrahîm Gabarî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî di peyamekê de sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û dost û nasên Îbrahîm Gabarî û hemû têkoşer û xebatkarên Rojavayê Kurdistanê dike. Herwiha dibêje, Cenabê Serok Mesûd Barzanî, ku Xwedê jê razî Îbrahîm Gabarî di çendîn qonaxên zehmet de ji nêz ve nas kiribû, bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Îbrahîm Gabarî xemgîn bûye.

Baregeha Barzanî îro 15ê Îlonê di peyamekê de ragihand, bi mixabiniyeke mezin nûçeya koşa dawî ya têkoşer û xebatkarê Kurd Îbrahîm Gabarî gihîştiye wan. Xwedê jê razî Îbrahîm Gabarî, kesayetiyeke welatparêz a Rojavayê Kurdistanê bû ku temenek dirêj ji bo xebata Kurdayetiyê di Şoreşa Îlonê û qonaxên din ên têkoşîna gelê me de feda kiribû.

Di peyamê de herwesa hat destnîşankirin ku rehmetî Gabarî di vê rêya pîroz de koçberî, demeke dirêj di zindanê de û gelek zehmetî dîtibû. Wî û malbata wî bandoreke mezin li ser tevgera rizgariya Kurd li Sûriyê hebû û ew mînaka têkoşerekî rastîn û dilsoz bû.

Baregeha Barzanî di peyama xwe de anî ziman, Serok Mesûd Barzanî ku Xwedê jê razî Îbrahîm Gabarî di gelek qonaxên dijwar de ji nêz ve nas kiribû, bi bihîstina xebera koçkirina wî gelek xemgîn bûye û sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî re dixwaze.

Di dawiya peyamê de, Baregeha Barzanî sersaxî û hevsoziya xwe dubare pêşkêşî malbat, heval û nasên Xwedê jê razî Îbrahîm Gabarî û hemû têkoşer û xebatkarên Rojavayê Kurdistanê dike û xwe hevbeşê xemgîniya wan dibîne.

Baregeha Barzanî daxwaz ji Xwedayê mezin kir ku giyanê Xwedê jê razî bi bihişta fireh şad bike û sebir û aramiyê bide her aliyekî.

 
Fly Erbil Advertisment