Erdogan û Şera tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina 10ê Adarê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera li Qeterê civiyan û tekezî li ser cibicîkirina rêkeftina ku di 10ê Adarê ya di navbera rêveberiya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê, hevdîtin îro 15ê Îlona 2025an, li paytexta Qeterê Dohayê, di çarçoveya Lûtkeya Awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî de pêk hat.

Di civînê de, pêwendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Erdogan di hevdîtinê de gotiye, "Girîng e ku yekîtî û hevgirtina Sûriyeyê bê parastin û HSD pabendî lihevkirina 10ê Adarê bibe."

Herwiha hat ragihandin, Erdogan beşdarbûna Şera di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wek "xwedî girîngiyeke dîrokî" binav kiriye.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettîn Duran, Şêwirmendê Bilind ê Polîtîkaya Derve û Ewlekariyê yê Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç û Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Halît Yerebakan amade bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment