Serokê PWKê serkeftina Dr. Sêvê Îzolî wek "serbilindiya hemû Kurdan" binav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bi peyameke pîrozbahiyê serkeftina parêzera Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê, Dr. Sêvê Îzolî, pîroz kir, ku di pêşbirka navneteweyî ya Komeleya Baroya Navneteweyî de xelata yekem wergirtibû. Ozçelîk destnîşan kir ku ev serkeftin serbilindiyeke mezin e ji bo tevahiya gelê Kurd.

Giştî yê PWKê Mustefa Ozçelîk îro 15ê Îlonê di peyama xwe de got: "Ev xelata ku Dr. Sêvê Îzolî xanimê wergirtiye, serbilindiya jina Kurd e, serbilindiya hiqûqnasên Kurd in; serbilindiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye; serbilindiya hemû Kurdên cîhanê ye."

Dr. Sêvê Îzolî, ligel parêzerê Guatemalî Hector Estuardo, di 11ê Îlona 2025an de, di pêşbirka Komeleya Baroya Navneteweyî (IBA) ya li ser mijara "Parastina Serweriya Hiqûqê" de bûbû xwediyê pileya yekem. Komeleya Baroya Navneteweyî di sala 1927an de hatiye damezrandin û wekî yek ji saziyên hiqûqê yên herî girîng ên cîhanê tê naskirin.

Mustafa Ozçelîk di dawiya peyama xwe de li ser navê xwe û hemû endamên partiya xwe serkeftin li Dr. Îzolî pîroz kir û got: "Ez ji dil û can, xuşk û hevala hêja Dr. Sêvê Îzolî xanimê pîroz dikim. Her serkeftinê jê re dixwazim."

 
 
Fly Erbil Advertisment