Serokê Saziya Aşûriyan: Herêma Kurdistanê ji bo me bûye penageheke aram

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Saziya Aşûriyan ji bo Dadweriyê Sam Dermo ragihand, Herêma Kurdistanê roleke girîng di parastina pêkhateya Aşûrî de lîstiye, bi taybetî piştî sala 2003an ku hejmara wan li deverên din ên Iraqê bi awayekî berçav kêm bûye. Dermo destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ji bo wan Aşûriyên ku ji ber gef û êrîşan ji warên xwe koçber bûne, bûye penageheke aram û ewle.
Sam Dermo îro 15ê Îlonê di daxuyaniyekê de ji bo K24ê got: "Berî sala 2003an, hejmara Aşûriyan li Iraqê di asta cîhanê de di rêza herî bilind de bû. Wê demê li Besrayê dêrên me hebûn, lê niha yek Aşûrî jî li wir namîne. Li Bexdayê jî ji sedî 95ê Aşûriyan nemane; yan ji Iraqê derketine yan jî hatine Herêma Kurdistanê."
Serokê Saziya Aşûriyan sedema vê koçberiyê bi gef û êrîşên li ser wan ve girê da û got: "Ji ber ku gef li me hatin xwarin, dêrên me hatin bombebarankirin, wekî ku li Dêra Seyîde Necat qewimî û xelk di dema perestinê de hatin kuştin."
Dermo pesnê rewşa Herêma Kurdistanê da û diyar kir: "Spas ji Xwedê re, li vê herêmê dêrek nayê bombebarankirin û ewlehî û aramî heye."
Herwiha, Dermo bal kişand ser pêngaveke girîng ji bo bibîranîna dîroka Aşûriyan û got: "Yek ji serkeftinên me wek Aşûrî ew e ku ji sala 1933an ve cara yekem e, li Sêmêlê monumenteke taybet ji bo Aşûriyan tê çêkirin, ji bo bîranîna komkujiya ku ji aliyê artêşa Iraqê ve li dijî xelkê me yê bêçek hatibû kirin."
Herwiha Sam Dermo amaje bi hebûna hin pirsgirêkan kir, wekî pirsgirêka erd û zeviyan û nebûna derfetên kar, ku wan ev mijar di civîneke li Washingtonê de bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re gotûbêj kirine. Dermo got: "Me ev dosye pêşkêşî Serokwezîr kirin û wî jî soz da ku bi xwe dê çavdêriyê li ser wan bike, ku ev yek tiştekî gelekî baş e."