Serokê PDK-Tê serpêhatiyeke dîrokî ya Îbrahîm Gabarî aşkere dike

Serokê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş bi boneya koça dawî ya Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Îbrahîm Gabarî, serpêhatiyeke dîrokî û balkêş eşkere kir û ragihand, "Rejîma Beis a Saddam ew ji bo sûîqesta li dijî Mela Mistefa Barzanî şandibû Kurdistanê, lê wî çenteyê sûîqestê radestî Mela Mistefa Barzanî kir û Barzanî jî ew xelat kir." 

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş îro 16ê Îlonê di peyamekê de, ev beşa girîng a jiyana Gabarî diyar û got:

“Rejîma Beis a Saddam bona sûîqesta Mele Mistefa Barzanî ew şandibû Kurdistanê, lê ew li xwe mikur hat, çantayê sûîqestê radestî Mele Mistefa Barzanî kir, Barzanî jî ew xelat kir.”

Kardaş herwiha da zanîn ku wî Gabarî ji salên 1975an ve nas dikir û got: “Dema Endamên 'Qiyada Miweqqet' li Bakurê Kurdistanê karê siyasî dikirin, Îbrahîm Gabarî peyamên qiyadê dibir û dianî. Min hingî ew naskir.”

Jiyaneke di Nav Zindan û Têkoşînê de

Îbrahîm Hec Mihemed Gabarî, sala 1947an li gundê Bêzarê yê ser bi bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bûbû. Ew yek ji Pêşmergeyên dilsoz ên Şoreşa Îlonê ya bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî bû. 

Gabarî ji ber xebatên xwe yên siyasî û têkoşîna ji bo doza gelê xwe, Gabarî 24 salên temenê xwe wek girtiyê siyasî di zindanên rejîma Beis a Sûriyeyê de derbas kiribû.

Xebatkar û Pêşmerge Îbrahîm Hec Mihemed Gabarî, roja 15ê Îlonê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir û li heman bajarî bi xakê hat spartin.

 
 
Fly Erbil Advertisment