Amîna Zikrî: Serok Barzanî çavkaniya bawerî û hêza jinên Kurd e

Wêneyekî civîna îro li Baregayê Barzanî
Wêneyekî civîna îro li Baregayê Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Amîna Zikrî di daxuyaniyekê de ragihand, “Ez îro (Sêşem, 16ê Îlona 2025ê) bi hevalên xwe re ji jinên Komîteya Navendî û Serperişta Konferansa Jinên Kurdistanê ya Yekê bi cenabê Serok Barzanî civiyam.”

Li gorî wê ragehandinê, "Nerîna Serok Barzanî li ser pirsa jinan piştgirîkirin, teşwîqkirin û bikarxistina şiyanên jinan e, tevî xweavakirin û peydakirina jîngeheke guncayî ji bo wan. Çavkaniya vê yekê jî ji fikra Barzanê derketiye."

Li gorî gotinên Amîna Zikrî, "Fikra Serok Barzanî li ser tevlîbûna jinan di şoreş û tevgera rizgariya Kurdistanê de ew e ku wî kerem kir: Jinan di şoreş û tevgera rizgariya Kurdistanê de li kêleka mêran xebat kiriye. Heke wan ji mêran bêtir nekiribe, kêmtir nekiriye. Bi rastî, di şoreşên Îlon û Gulanê de rola wan ji ya mêran bibandortir bû, ji ber ku ew ji bo zarokên xwe dayik û mamosta bûn. Ji aliyekî din ve jî, wan rola cotkar û karkeran jî dilîst, lewma eger ew îradeya bihêz a jinên Kurd neba, mimkin e şoreşê xwe ranegirtiba, lewma jî hindî em behsa jinan bikin hêşta kêm e.”

Serok Barzanî di pareke din a gotinên xwe de got, "Ez pir kêfxweş im ku dibînim hejmareke zêde ya jinan roleke mezin û bihêz di avakirina civakê de dilîzin." Tekez jî kir, "Rola xwe di perwerdekirina jinan û nifşên paşerojê de li ser fikra welatperweriyê bilîzin. Girîng e ku jinên Kurd di hemî waran de rola xwe bilîzin."

Amîna Zikrî herwesa got, "Nêrîna Serok Barzanî ew e ku divê mafên jinan parastî bin û birêz bin, ji ber ku ev nêrîn parek ji felsefeya Şêx Ebdiselamê Barzanî ye û piştî wî jî ya cenabê Şêx Ehmedê Barzanî û cenabê Mela Mistefayê Barzanî. Cenabê wî tekez jî kir: Ez her gav piştevanî û alîkarê we me û ez amade me li her cihê ku hûn hewcedarê min bin."

Endama Mekteba Siyasî ya PDKê eşkere jî kir, “Serok Barzanî her gav tekez dike ku, divê jinên Kurdistanê şiyanên xwe pêşve bibin û di vî warî de piştevanekî bihêz bûye. Mînaka herî baş jî ew e ku, PDKê wekî partiya yekê li Başûrê Kurdistanê rêjeya kotaya jinên Komîteya Navendî di kongreya xwe ya 14ê de gihandiye 15%.”

Amîna Zikrî spasiya Serok Barzanî dike û dibêje, "Ew çavkaniya hêz û baweriya me ye. Spas ji bo piştgirîkirina konferansa yekê ya jinan. Spas ji bo piştgiriya cenabê wî di bicîhanîna pêşniyarên konferansê de û teşwîqkirina wî ji bo ku bêtir bixebitin û rola xwe bilîzin û rewşa jinan baştir bikin."

 
Fly Erbil Advertisment