CENTCOMê kuştina du leşkeran û welatiyekê Amerîkayî li Sûriyeyê ragihand

CENTCOM
CENTCOM

Navenda Nûçeyan (K24) - CENTCOMê ragihand ku, di encama kemîneka DAIŞê de li Sûriyeyê du leşker û karmendekê sivîl ê Amerîkayî hatin kuştin û sê leşkerên din jî birîndar bûn, ew êrîşker jî hat kuştin.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek belav kir û tê de got ku, îro (Şemî, 13.12.2025) di encama kemînekê de li Sûriyeyê ji aliyê DAIŞê ve sê welatiyên Amerîkayî hatin kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gorî wê daxuyaniya CENTCOMê, ew êrîş ji aliyê yek çekdarê DAIŞê ve hatiye kirin, ku bû sedema kuştina du leşkeran û karmendekê sivîl ê Amerîkayî û birîndarbûna sê leşkerên din jî.

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê ron jî kir ku, hêzên wan bersiva wê êrîşê daye û ew êrîşkarê DAIŞê jî hatiye kuştin.

Fermandariya navbirî amaje jî da: "Li gorî siyaseta leşkerî û wekî rêzek ji bo malbatan, heta 24 saetan piştî haydarkirina malbatên wan, nasnameya kuştiyan nayê belavkirin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Şemî, 13.12.2025) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nîgeranî û dilgiraniya xwe ya zêde ji bo birîndarbûna hejmareka endamên hêzên ewlehiyê yên giştî û leşkerên Amerîkayî diyar kir, ku dema erkên xwe yên ewlehiyê li biyabana Sûriyeyê bi cih dianîn rastî êrîşekê hatin.

Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman jî her îro her li ser vê êrîşê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, di êrîşa vê êvarê de sê endamên hêzên ewlehiyê û hejmareka leşkerên Amerîkayî birîndar bûne.

Ramî Ebdirehman herwesa got: "Li gorî zanyaran, êrîşkar yek ji endamên hêzên navxweyî yên deverê bû û hatiye kuştin. Em bang li Wezareta Navxwe û Wezareta Parastinê dikin ku, bermahiyên rêxistinên terorîst û ramanên DAIŞê li deverê nehêlin.”