Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin

Dîndar Zêbarî bi Marta Timido
Dîndar Zêbarî bi Marta Timido

Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngaveka dîplomatîk a girîng de ji bo misogerkirina piştgiriya navneteweyî ji bo qonaxa veguhêz û dagirtina valahiya dezgehên cîhanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyeka nû ji bo pêşvebirina mafên mirovan û rûbirûbûna qebxwaziyan amade dikin.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî li Brûkselê bi Cîgira Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Ewropayê Marta Timido re civiya.

Dîndar Zêbarî bi Marta Timido re bal kişand ser destkeftiyên plana Herêma Kurdistanê ji bo salên 2021 heta 2025ê di warên desthilatdariya baş û parastina pêkhateyan û mafên jinan de.

Dîndar Zêbarî herwesa tekez li ser pêdivîtiya berdewamiya piştgiriya siyasî û mirovî ya Yekîtiya Ewropayê jî kir, xasma jî piştî bidawîbûna erkê UNAMIyê û kêmbûna rola nûnerên navneteweyî.

Aliyê Ewropayî jî pesnê pêşketinan da û amadebûna xwe ji bo lidarxistina rûniştineka taybet li Parlamentoya Ewropayê ji bo nîqaşkirina rewşa mafên mirovan li herêmê jî diyar kir.

Herdu alî li ser lihevguhertina raportan û berfirehkirina çarçoveya hevahengiyê ji bo parastina mafên bingehîn di vê qonaxa hesas de hevnerîn bûn.