Serok Barzanî pîrozbahî li Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî salvegera 40ê ya damezrandina Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê li Sekreter, Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdetiya wê partiyê pîroz kir, herwesa daxwaza serkeftinê ji wan re kir, û hêviya yekîtî û biratiya di navbera aliyên Kurdistanî de û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurdistanê xwest.

Ev jî peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan

Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê yên rêzdar.

Bi helkefta salvegera 40ê ya damezrandina Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li we yên rêzdar û hemî kadro, endam û alîgirên we dikim û ji we re serkeftin û serfiraziyê dixwazim.

Di vê bîranînê de, me rêz ji bo rol û qurbanîdana Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê di qonaxên cuda cuda yên xebata gelê Kurdistanê de heye û ji wan re em yekîtî û biratiya di navbera aliyên Kurdistanî de û pêşveçûna doza rewa ya gelê Kurdistanê dixwazin.

Her serkeftî bin.

 

Mesûd Barzanî

13ê Berçileya 2025ê