HSD: Em rêyê nadin DAIŞ careke din li ser ewlehiya deverê bibe gef

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) peyameka tund li ser kuştina du leşkerên Amerîkayî weşand û tê de ragihand ku, bersiva wan ji bo bikerên wê êrîşê dê "yekalîker û rasterast” be û amadebûna xwe ji bo berhingarbûna terorê li seranserê axa Sûriyeyê jî diyar kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Şemî, 13.12.2025) di daxuyaniyekê de ji ber kuştina du leşkerên Amerîkayî di êrîşeka terorîstî de li biyabana Sûriyeyê ku ji bo berhingarbûna terorê li ser erkê xwe bûn, sersaxî ji hevparên xwe yên di artêşa Amerîkayê de û gelê wî welatî re xwest.

HSDê di wê daxuyaniyekê de tekez jî kir: "Bi hevpariya temam a bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re, em dê nehêlin ku rêxistinên terorîst rêzên xwe rêk bixin an jî careka din gefan li ewlehiya deverê û cîhanê bikin." Herwesa haydarî da ku, bersiva wan ji bo berpirsiyarên wê êrîşê û yên ku piştgiriyê didin wan dê yekalîker û rasterast be.

HSDê di pareka din a wê daxuyaniyê de amaje da berfirehkirina rûberê operasyonên xwe û got: "Em tekez dikin ku em bi tevahî ji bo berhingarbûna terorê li seranserê axa Sûriyeyê û hilweşandina cihên wan li her devera ku ew lê bin amade ne, bêyî dudilî an paşveçûn."

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek belav kir û tê de got ku, îro (Şemî, 13.12.2025) di encama kemînekê de li Sûriyeyê ji aliyê DAIŞê ve sê welatiyên Amerîkayî hatin kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî her îro li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nîgeranî û dilgiraniya xwe ya zêde ji bo birîndarbûna hejmareka endamên hêzên ewlehiyê yên giştî û leşkerên Amerîkayî diyar kir, ku dema erkên xwe yên ewlehiyê li biyabana Sûriyeyê bi cih dianîn rastî êrîşekê hatin.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got: "Zêdebûna êrîşên bi vî rengî nîşaneka xeter e û ji bo rûbirûbûna wan îradeyeka xurttir hewce ye." Fermandarê Giştî yê HSDê di wê peyama xwe de banga zêdekirina bizavan li ser asta neteweyî wekî yekane rêya jiholêrakirina şaneyên terorîst kir. Li dawiyê jî navbirî daxwaza çarebûna bilez ji bo birîndaran kir.