PSK di salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî de: Bi kuştina rêberan têkoşîn ranaweste

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi boneya 33'emîn salvegera terorkirina Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), Dr. Sadiq Şerefkendî (Dr. Seîd) û hevalên wî, peyamek belav kir. Di peyamê de, PSK kiryarên Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir.

PSK'ê di peyama xwe ya ku îro 16'ê Îlona 2025'an, belav kir, amaje bi wê kir ku 33 sal berê di rojeke wekî îro de, Dr. Seîd ligel du hevalên xwe yên têkoşer, Fetah Ebdulî û Humayun Erdelan, li Berlîna paytexta Almanyayê di êrîşeke terorîstî de ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû plankirin, hatin şehîdxistin.

Di peyamê de hat destnîşankirin ku Dr. Seîd piştî şehadeta Dr. Ebdulrehman Qasimlo wek Sekreterê Giştî yê PDKÎ'yê hatibû hilbijartin û wî ligel rêhevalên xwe "alayê xebatê bilind ragirtiye" û rê nedaye ku têkoşîn lawaz bibe.

PSK herwiha bal kişand ser girîngiya ku Dr. Seîd dida xebata demokratîk û hevkariya di navbera hêzên demokrat ên Îranê de û got, "Ew di civîneke ku ji bo vê armancê hatibû amadekirin de kete ber êrîşa terorê û şehîd bû."

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de tekez kir, bi şehîdkirina rêberên Kurd pêşî li têkoşîna azadiyê nayê girtin û Şoreşa Jîna wek mînakek nîşan da ku vê rastiyê îsbat dike.

Di dawiya peyamê de hat gotin: "Em careke din terorkirina Dr. Seîd û hevalên wî ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûm dikin. Dr. Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in, ruhên wan şad be."

 
Fly Erbil Advertisment