Kurtulmuş: Me rûpeleke nû vekir, yan em ê biser bikevin yan jî emperyalîst

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di merasîma vekirina sala akademîk a Zanîngeha Semsûrê de, bal kişand ser ziyanên ku di 50 salên borî de ji ber şer û pevçûnan gihiştine Tirkiyeyê û ragihand ku ew bi biryar in vê carê "tundî û terorê" bi dawî bikin.

Kurtulmuş diyar kir, ji 102 salên komarê, 50 sal ji ber "tundî û terorê" vala derbas bûne û ev yek bûye asteng li pêşiya pêşketina Tirkiyeyê. Herwiha bal kişand ser ziyanên mezin û got: "Di bûyeran de bi deh hezaran ciwanan canê xwe ji dest dan, gund, bajar û bajarok hatin şewitandin û valakirin. Zêdetirî 3 trîlyon dolaran ziyanên me yên aborî çêbûn."

"Me rûpeleke nû vekir, çek dê heta hetayê bêdeng bibin"

Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku vê carê ew bi biryar in ku tundiyê bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê derxin û wiha axivî: "Me rûpeleke nû vekir. Ev proje siyaseta dewletê ye û milet jî piştevaniyeke mezin dide. Êdî li welatê me heta hetayê dê çek bêdeng bibin, tundî dawî bibe, biratî û hevgirtin dê serkeve."

Kurtulmuş îdia kir ku hin alî naxwazin pêvajo bi ser bikeve û wiha pê de çû: "Ez dibînim, hin çeqel li goşe û quncikên tarî xwe veşartine û li benda serneketina proseyê ne. Lê çi bikin jî em ê teqez serkevin. Ji wê jî zêdetir, yan em ê serkevin, yan jî dê emperyalîst serkevin."

Di dawiya axaftina xwe de, Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya wekhevî û dadperweriyê ji bo biratiyê û got: "Biratî peyveke baş e, lê ji bo biratiyê divê kar were kirin. Pêwîst e di navbera mirovan de wekhevî, dadperwerî û azadiyeke temam hebe. Tu cudakarî nebe. Çanda me wiha ye û em tu aliyekê ji aliyê din mezintir û serdest nabînin."

 
Fly Erbil Advertisment