Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Hêzên Pêşmerge dike
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Fermandariya Hêzên Piştevanî ya Yekem a Pêşmerge li Hacî Omeranê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Mijdarê serdana Baregeha Fermandariya Hêzên Piştevanî ya Yekem a Pêşmerge li devera Hacî Omeranê kir û ji aliyê Fermandar Ferîq Sîhad Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesnê xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge da û destnîşan kir ku Pêşmerge her dem parêzvanê destkeftiyên niştimanî, qewareya destûrî, asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê ye.
