Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Kolonel Naab: Ew dostekî nêzîk ê gelê Kurdistanê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3'ê Mijdarê, ji ber koça dawî ya Kolonel Richard Naab peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ku li ser platforma civakî ya "X" weşand de, xemgîniya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya Kolonel Naab anî ziman û wiha got: "Ez xemgîniya xwe ya kûr ji bo koça dawî ya Kolonel Richard Naab radigihînim, ku di Operasyona 'Provide Comfort' (Dabînkirina Aramiyê) de alîkariya Kurdan kiribû û dostekî nêzîk ê gelê Kurdistanê bû."
Serokwezîr Barzanî di dewama peyama xwe de sersaxî li malbat û hevalên wî kir û got: "Ez sersaxiyê li malbat û hevalên wî dikim. Hevxemî û serkirdayetiya wî dê ti carî neyê jibîrkirin."
