Hikûmeta Herêmê bi du daristanên stratejîk rûbirûyî guherîna keşûhewayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê stratejiyeke nû û berfireh a jîngehparêziyê ragihand ku armanc dike bi du projeyên mezin ên hevdem, paytext û Herêma Kurdistanê bike pêşengek di warê rûbirûbûna guherîna keşûhewayê de. Ev plan ji du beşan pêk tê: avakirina "daristaneke dîtbar" bi rêya Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê, û avakirina "daristaneke nedîtbar" bi rêya projeya elektrîkê ya bi navê "Ronakî".
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Hewlêrê ve hatiye belavkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina jîngehê û dabînkirina paşerojeke saxlem, pêngavên pratîkî diavêje.
1. Daristana Dîtbar: Projeya Kembera Kesk a Hewlêrê
Beşa yekem a planê, avakirina "pişkeke kesk a berbiçav" e. Ev proje ne tenê çandina daran e, belkî şoreşeke kesk e ku dê herdemî sîmayê paytextê biguherîne.
- Pîvan: Proje dê li ser Kembera Hewlêrê bi dirêjahiya 92 kîlometre û firehiya 2 kîlometreyan were cîbicîkirin.
- Dar: Dê 7 milyon şitilên darên berhemdar ên wekî zeytûn û fistiqan bên çandin. Ev hejmar ne tenê dê rêjeya keskatiyê zêde bike, lê dê bibe çavkaniyeke aborî ya girîng û derfetên kar jî biafirîne.
- Bandora Jîngehî: Tê payîn ku ev daristana destkird a bi rûberê 184 kîlometre çargoşe, salane nêzîkî 210 hezar ton gaza jehrawî ya karbondîoksîtê (CO2) bimije. Di çarçoveya vê planê de, her welatiyekî Herêmê dibe xwediyê darekê.
2. Daristana Nedîtbar: Hêza Jîngehî ya Projeya Ronakî
Hevdem ligel daristana kesk, hikûmet daristaneke din a "nedîtbar" jî ava dike ku bandora wê ji ya yekem ne kêmtir e. Projeya Ronakî bi rakirina bi hezaran jeneratorên taybet (motorên elektrîkê), ku çavkaniya herî mezin a qirêjiya hewayê ne, bandoreke erênî ya mezin li ser jîngehê dike.
- Kêmkirina Gazê: Rakirina van jeneratoran salane rê li ber belavbûna 600 hezar ton gaza jehrawî ya karbondîoksîtê digire.
- Wekheviya bi Daran re: Li gorî pîvanên cîhanî, dareke gihîştî salane bi qasî 25 kîlogram CO2 dimije. Li ser vê hesabê, kêmkirina 600 hezar ton CO2, wekhevî bandora jîngehî ya 24 milyon daran e.
- Mezinahiya Daristanê: Ji bo çandina 24 milyon darî, pêwîstî bi erdekî bi qasî 240 kîlometre çargoşe heye, ku ev rûber ji rûberê bajarê Silêmaniyê mezintir e. Bi gotineke din, Projeya Rûnakî bêyî çandina darekê jî, bandora daristaneke ji Silêmaniyê mezintir li ser jîngeha Kurdistanê çêdike.
Bandora Giştî: Hêza Jîngehî ya Zêdetirî 31 Milyon Darî
Bi giştî, her du proje bi hev re dê bandoreke jîngehî ya ku wekhevî hêza zêdetirî 31 milyon darî ye, li Herêma Kurdistanê bikin. Ev yek delîlek eşkere ye ku hikûmet di heman demê de du daristanên mezin ava dike; yek jê bi çavan tê dîtin û ya din jî di paqijiya hewayê de tê hîskirin.
Ev pêngavên stratejîk, Herêma Kurdistanê di warê jîngehparêziyê de dikin pêşengek li herêmê û veberhênaneke girîng in ji bo paşerojeke kesk û saxlem.