Mamosteyeke Geverî bi akademiya xwe xeyalên ciwanan pêk tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Mamosteya muzîkê Senem Çagatay, li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi derfetên xwe Akademiya Muzîkê ya Atonal ava kir û bi vê hewldana xwe deriyê zanîngehê li gelek ciwanan vedike û wan ji bo beşa konservatuarê amade dike.
Çagatay a ku li Zanîngeha Qefqasê perwerdehiya konservatuarê standiye, piştî qedandina xwendina xwe yekser akademiya xwe damezrand. Derbarê armanca xwe de Çagatay ji Ajansa (ÎHA) re axivî û got: "Armanca min ne tenê hînkirina muzîkê ye, lê belê ew e ku ez xwendekarên ku bi rastî muzîkê hîs dikin, perwerde bikim."
Senem Çagatay diyar kir, ew xwendekarên xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade dike û wiha pê de çû: "Di sala min a yekem de, sê xwendekarên min di ezmûnên jêhatîbûnê de biser ketin û li konservatuarê hatin qebûlkirin. Ya herî taybet jî ew bû ku ez vê carê wek mamoste, ligel xwendekarên xwe ji deriyê heman zanîngeha ku min lê xwendibû, derbas bûm."
Çagatay da zanîn, ew li akademiyê ne tenê dersan didin, lê di heman demê de ligel xwendekaran xeyalan ava dikin û ji wan re rêhevaltiyê dikin.
Bahar Aydin a ku du mehan perwerdehiyeke xurt li akademiyê dît, dibêje: "Me bêyî ku em bêjin sibe û êvar xebitî û gelek serkeftin bi dest xistin. Em spasiyeke bêdawî li mamosteya xwe Senem Çagatay dikin."
Gonul Genç a ku şeş meh in li akademiyê perwerdehiyê dibîne jî wiha axivî: "Di encama ked û hewldanên me de, em li her sê bajarên ku em ji bo ezmûnan çûnê jî bi serkeftî vegeriyan. Em gelekî spasdarê Akademiya Muzîkê ya Atonal û hemû mamosteyên wê ne ji bo keda wan."